Jinên Êzidî Cejna Çarşema Sor li Abdullah Ocalan pîroz kirin 2018-04-17 12:51:05   Orîvan Ebdo / Delîla Axîn   ŞENGAL - Jinên Êzidî Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin:"Em hêvî dikin Cejna Çarşema Sor a pîroz bibe vesîleya azadiya Rêber Apo."   Jina bi navê Suad Xelef diyar kir ku ew dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û got:"Em di serî de Cejna Çarşema Sor li Rêber Apo û li gelên Efrînê pîroz dikin. Em slavên xwe ji vir heta Îmraliyê dişînin û em dibêjin heta ku Rêberê me azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Xezal Hesan jî da zanîn ku ew di serî de Cejna Çarşema Sor li Abdullah Ocalan pîroz dikin û got:"Em Cejna Çarşema Sor li Rêber Apo, Gelê Efrînê û li şervanan pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev roja bibe vesîleya azadiya Rêber Apo. "