Rojnamgerên di bin çavan de: Çapemeniya azad bêdeng nema 2018-04-17 12:27:24   STENBOL - Rojnamegerên di bin çavan de Semiha Şahin û Pinar Gayip bi rêya parêzerên xwe peyam şandin û gotin:"Rojnamegerî ne sûc e. Em careke din jî dibêjin û em ê her bibêjin. Çapemeniya azad bêdeng nema û ew ê bêdeng nemîne."   Editora û nûçegîhana Ajansa Nûçeya Etkimê (ETHA) Semiha Şahin û Pinar Gayip di 12'ê Nîsanê de li Stenbolê di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û ev 5 roj in ku li Şaxa TEM'a Miduriyeta Emniyeta Stenbolê tên girtin.  Ji ber ku di lêpirsinê de biryara veşartî hatiye dayin nehat hînbûn ku Semiha û Pinarê ji bo çi hatine binçavkirin. Semiha û Pinara ku bi rêya parêzerên xwe peyam şandin wiha gotin:"Em niha jî dibêjin û em ê her bibêjin. Çapemeniya azad bêdeng nema û ew ê bêdeng nemîne."   'Rojnamegerî ne sûc e'   Pinar Gayip wiha got:"Zanibûn ku dema ku ba me kin em ê biçin ji bo îfadeyê lê dîsa jî wan bi çekan girtin ser mala me. Ev ne yekem e, berê jî ji ber ku İsminaz û Havvayê karê xwe dikirin ew jî bi vê bêhiqûqiyê rû bi rû man. Ji ber ku em ji qesrê re serî natewînin û em li dû rastiyan dimeşin û heqîqetê dikin nûçe îktidar me hedef digire. Rojnamegerî ne sûc e. Em ê vê yekê li derê ku em lê bin em ê biqêrin."