‘Fetîhî û şerkodên mêrtiyê ya pergala patrîyarkal e’ 2018-04-16 09:08:56   Habîbe Eren   ENQERE - Pispora Rojhilata Navîn Tulay Hatîmoglullari diyar kir ku bi pêşengiya DYA’yê êrîşa fuzeyê ya li dijî Sûriyeyê pêk hatiye perdeya aktorên sahneyê rakiriye û got: “ Tê dîtin ku şer vekaleta sînoran rakiriye. Aloziya di navbera DYA-YE û Rûsyayê de neqede, karê Tirkiyeyê zehmet e."   Hevseroka Partiya Rizgariya Ji nûve ya Sosyalîst û Pispora Rojhilata Navîn Tulay Hatîmoglullari geşedanên ji vir şûnde li Sûriyeyê pêk tê û  êrîşa DYA, Fransa û Îngîlîstanê ya rojek berê li hember Sûriyeyê pêk hat nirxand.    Tulayê diyar kir ku dema mirov li sedema destpêka şerê bi salane li Sûriyeyê berdewam dike dinêrin, mirov dibînin ku şerê vekaletê ya hêzên navneteweyî ye û wiha  pêde çû: “Em dizanin ku ji Adara 2011’an heta niha şer li ser navê hêzên emperyalîst dimeşe. Bêguman di vê pêvajoyê de hinek komên cîhadîst girtin pişt xwe. Van pêşketinan pêşya gelê kurd yê qedîm ê herêmî  jî vekir.”   ‘Ev pêvajo wisa hêsan bi encam nabe’   Tulayê di berdewamiyê ev tişt vegot: “QSD’ê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de encamên girîng bidest xist. DAIŞ’ê têk birin û gelek cihên destê wan de azad kirin. Rejîma Sûriyeyê jî li hember komên cîhadê gelek pêş ket. Kesên sedema derketina şer dizanibûn texmîn dikirin şer wisa hêsan bi encam nabe. Mixabin hîna pêvajoya çareseriyê tuneye. Ev pêvajo wisa hêsan bi encam nabe.”   ‘Krîza di 2008’an de dest pê kiriye didome’   Tulayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî duyemîn şerê cîhanê şûnde DYA bûye lîderê cîhana kapîtalîst û bi hilweşîna Rusya Sovyet re  xeyalên wan ên bibin yekane lîderê cîhanê zêde bûye. Lê di demên dawî de pêvajo wisa derbas nebû. Krîz sermaya global a di 2008’an de hatiye destpêkirin berê hêzên emperyalîst dide rêyên din. Şerê li Sûriyeyê tê meşandin jî parçeyek şerê hegemon yê DYA û hêzên emperyalîst ya DYA’yê ye. Serokê DYA’yê Donald Trump got wê DYA ji Sûriyeyê bikişe. Di esasê de DYA’yê bi vê re peyama em ê darbeyên girantir pêk bînin da.”   Tulayê balkişand ser pêngavên ku aloziya DYA û YE’yê li dijî Rûsyayê zêde kiriye û ev pêngav wiha rêz kir: “ Bi pêşengiya DYA’yê re li hember Rûsyayê ambargoya aborî pêk hat û aboriya Rûs bi awayekî cidî xirab bû. Welatên DYA û YE’yê Sefrînên Rûsyayê dersînor kirin.  Sîxura  Rûs hat kuştin. Bi hinceta vê kuştinê Îngîlîstanê Rûsya berpirs dît. Mijara Guta Rojhiat\Duma derket holê. DYA, Fransa û Îngîlîstanê  got hêzên rejîmê li vir çekên kîmyewî bi kar aniye.  Bi fuzeyan êrîşê Sûriyeyê kir.  Dema mirov li van bûyeran dinêrin mirov dibîne ku êrîşên fuzeyî yên ji aliyê DYA, Fransa û Îngîlîstanê ve hatine kirin sînorên vekaletê yên şer derbas kirine.  Li dijî DYA, Fransa û Îngîlîstanê li sahaya hewayî ya Sûriyeyê parastinê Rûsya dike. Bi kurtasî perdeya aktorên sahneyê hatiye rakirin. Bedela şerê hêzên emperyalîst jî  mixabin karker, kedkar û gel dide.”   Aloziya di navbera DYA-YE û Rûsyayê de neqede, karê Tirkiyeyê zehmet e û Tirkiyeyê bi Rusya û Îranê re hevkariyên cur bi cur kirine û got: “Her du welat jî enerjiya Tirkiyeyê peyda dikin.  Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de peymanên girîng yên Tesîsa Akkuyu Nukleerê, Projeya Mavî Akim û fuzeyên S-400 heye.”