Gundiyên li dijî DEDAŞ’ê têdikoşin:Ev jî polîtîkayek koçberiyê ye 2018-04-16 09:04:06   MÊRDÎN - Ekîbên DEDAŞ’ê ku li Mêrdînê ceyran birîn û gel mexdur kirin,ji bo deyn bê dayîn û ji çavkaniyên avê jî pere bibirin li gundan digerin û îmzeyan berhev dikin. Welatî diyar dikin ku ji bo gundan vala bikin vê dikin.   Li navçeyên Dêrik, Qoser, Nisêbîn û Artuklu ya Mêrdînê ji aliyê DEDAŞ’ê ve bi hinceta ‘ceyran kaçax kirine û fature nedane’ ceyrana 280 gundî hat birîn.  Gundî 11 rojan bê ceyran û av man.  Van rojan DEDAŞ dîsa li gundan digere û ji bo deynê bê dayîn û avên çavkaniyan jî girêdayê pere bikin îmzeyan dixwazin. Li bajarên ku hîna hinek gund bê av û ceyranin, fikara cotkaran jî didome.   Di rojên borî de ekîbên DEDAŞ’ê li gundê Başak a Qoserê rastî berxwedanê hatin û gundiyan çalakiya runiştinê kirin, cenderme hatin gund û gaza îsotê avêtin û 6 kes birîndar bûn.   ‘Ceyrana kesên nêzî xwe nebirîn’   Jina bi navê Zerga Tezduman ya bi gaza îsotê û guleya gazê ya ji TOMA’yê hat avêtin birîndar bû diyar kir ku wê rapora derbê girtiye û gilî kiriye û wih agot: “Ji ber ceyrana hat birîn her tiştê me rizya û me nikaribû li sewalên xwe binêrta.  Ceyrana kesên nêzî xwe nebirîn. Cîranên me yên Sûriyeyî jî hene wan jî pir zehmetî kişandin.  Xwarinên wan xera dibûn.  Carna ceyrana me dihat.  Hewcedariya xwe wan jî bi vî awayî dianî cih. Dema ceyran tunebe em di tenûran de nan çêdikin. Em xwarinê jî li hewşê li ser agir çêdikin.”   ‘Em tenê mafê xwe dixwazin’   Zergayê roja birîndar bû jî wiha vegot: “Kurê birayê min girtin nav xwe û lêdan. Lingê keça min mor bû. meta min birîndar bû.Jintiya min ji ser hişê xwe çû. Min ji nexweşxanê rapor girt. Ez ji ber birînê hîna dikarim sturyê xwe bibim bînim. Min gilî kir lê ceza bidin nedin nizam. Dixwazin li gundan çandiniyê tune bikin. Dixwazin gundan vala bikin. Lê heta em hebin em ji vir naçin.”