ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-16 09:00:00   *Jınên êzidî ku daxwaziyên xwe yên ji bo dema pêş ji mere radighînin, diyar kirin ku pêwîsta her jineke êzidî li ku dibe bila bibe divê xwe birêxistin bike. Ji ber ku rêxstinkirina jinên êzidî çareseriya hemû pirsgirêkên civaka êzidî ye.   *Platforma Dijberî Nukleerê ya Sînorê di 22’ê Nîsanê de mîtîngê pêk tîne û tê payîn ku ji her çar alî Tirkiyeyê parêzvanên mafên jiyanê tevlî bibin. Ji Kolektîfa Ekolojiya Kadikoyê Denîz Erbak diyar kir ku mîtînga Sînopê di têkoşîna ekolojiyê de peywirek girîng digire ser xwe.   *Ekîbên DEDAŞ’ê ku li Mêrdînê ceyran birîn û gel mexdur kirin,ji bo deyn bê dayîn û ji çavkaniyên avê jî pere bibirin li gundan digerin û îmzeyan berhev dikin. Welatî diyar dikin ku ji bo gundan vala bikin vê dikin. DÎMEN HEYE   *Giyayê bi şifa yên ji lûtkeyên çiya tên ser sifreyan, ji aliyê jinan ve tê komkirin û tînin ber destê kesên li bajaran dijîn. BI DÎMEN   * Li Sîlopiyê li lîseyekê peywirdarê paqijiyê yê bi navê Ubeyt G. li 11 zarokên keç îstîsmsara zayendî  kiribû.   *Ji aliyê Civaka Şanoya Dijberî Dîwar ve lîstika bi navê ‘Suîkast’  tê lîstin û veguhertin û ronakbûna jinekê vedibêje. BI DÎMEN   *Şîrîn Gul Dalkuş ax wek ‘vegera li xwezayê’ bi nav kir û got ziblê kîmyewî axê qels dike û di vê mijarê de hişyarî kir. DÎMEN HEYE   *Ji ber bêderfetiya derman û doxtoran gelê herêma efrînê ku koçber bûye û  li Kantona Şehbayê bi cih bûne ji aliyê tendirustiyê ve gelek bi zor û zahmetiyan dijîn. BI DÎMEN   *Pispora Rojhilata Navîn Tulay Hatîmoglullari diyar kir ku bi pêşengiya DYA’yê êrîşa fuzeyê ya li dijî Sûriyeyê pêk hatiye perdeya aktorên sahneyê rakiriye û got: “ Tê dîtin ku şer vekaleta sînoran rakiriye. Aloziya di navbera DYA-YE û Rûsyayê de neqede, karê Tirkiyeyê zehmet e."