Li kampa berxwedanê ji bo nexweşiya heba salê aşle hat kirin 2018-04-15 16:03:34   Lîlav Elî-Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Heyva Sor a kurd bi alîkariya Rêveberiya Tendirustiyê ya bajarê Helebê gelê ku di kampa berxwedanê de cih bûne aşle kir.   Heyva Sor a Kurd li kantona Şehbayê bi alîkariya Rêveberiya Tendirustiyê ya bajarê Helebê li wargeha Berxwedanê ji bo ku nexweşiyên ku û di nav gel de belav bûne ên wek şewba salê zêde nebin aşile kir û dermanên zarokan belav kirin.   Derbarê xebata tendirustiyê ku hat kirin de Berdevka Heyva Sor a Kurd Rîma Qerimu axivî û wiha got:"Di naveber  16 -17'ê meha adarê de gelê herêma Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûn. Di encama kêmbûna avê û paqijiyê de gelek nexweşiyên wekê  heba salê di nav zarokan û kesên temen mezin de belav bûn. Ji ber derfetên kêm ên alavên tendirûstiyê gelek zarokn jiyana xwe ji destdan"   'Gelek zarok û jinan jiyana xwe ji det da'   Rîmayê wiha dirêjî da axaftina xwe "Ji ber hejmara koçberan kêm e û nexweşî jî pirin heyva Sor a Kurd alîkar dibe lê nikare hemû pêdiviyan pêk bîne  gel pêk bîne,ji ber ku kantona Şehbayê nêzî salek ji çeteyên DAIŞ hatiye rizgarkirin û ji ber hejmara gel zêde bû gelek malbet di malan de bi cih bûn. Lê  lê di encamê mayînên bermahiyên çeteyên DAIŞ de ku teqiyan gelek zarok û jin giran birîndar bûn û hinekan  ji wan jî jiyana xwe ji dest dan. "   Rîmayê baş kişand ser bêderfetiyên di warê tendirûstiyê de û wiha got: "Kantona Şehbayê bajarekî bi çûk e. Nexweşxane tê de tune, navendên tendirustiyê kêm in, alav û derman jî kêm in îlacan kêm in û dijberî vê nexweşiyên wekî  yên dil, kezeb û gurçikê zêde ne. Herwiha pêwistiyên  jinên ducanî û zarokên ku nû ji dayik bûne nayên pêşwazîkirin. Ji ber van bêderfetiyan du zarokan jiyana xwe ji dest da."   Pêdivîya me bi dermanan heye   Rîmayê wiha dawî li axafitna xwe anî:"Gelê herêma Efrînê li kantona Şehbayê di rewşek gelek zehmet û xeter de dijî,tevî ewqas bangawaziyên ji Rêxistinên Mafên mirovan re,desteyên tendirustiyê jî lê mixabin tu Rêxistinê bê dengiya xwe neşikand. Lê dîsa em wek Heyva Sor a Kurd li Kantona Şehbayê her tim em ê bangî Civakên Navneteweyî ,Rêxistinên Mafên Mirovan bikin ku di demekê nêze de alîkariyê bidin me. Bi taybetî pêdivî bi dermanan heye."