ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-15 09:00:00   *Bi hatina Cejna Çarşema Nîsanê re jinên Êzidî cil û bergên xwe yên gelêrî amade dikin da ku wê rojê li xwe bikin û li çanda xwe xwedî derkevin. BI DÎMEN   *Li Baxceyê Zîraata ku li taxa Tekelê ya navçeya Farqînê ye û xwedî dîrokek kevnar e bi dehan dar tên birîn û hîn jî birîna daran berdewam dike. BI DÎMEN   *Jiyan Ay a di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de hat binçavkirin û piştre hat girtin, di doza cemawerî ya derbarê wê de hatibû vekirin de 13 sal û 4 meh ceza xwar. Hinceta ceza jî ev bû ku di pêvajoya pevçûnê de li Nisêbînê bûye û şopa tiliya wê li kaxizekê heye.     *Aktivîsta mafê sewalan Kerîman Sariturk diyar kir ku segan dikin ‘alav’ û dikirin û piştre jî li kolanan bê xwedî dihêlin û got zirara ji bo xwezayê tê dayîn jî girêdayî polîtîkaya dewletê ye. BI DÎMEN   *Komeleya Fikir û Piştgiriyê bi projeya Bîzbîzze ji bo piştgiriyê bidin jinên hewldêr ‘Bernameya Hewldêriyê ya 2018’an a Bîzbîzze’ dan destpêkirin û bi vê yekê tê armancakirin ku bi sedan jin tevlî xebatê bibin. Serlêdanên bernameyê di 24’ê Nîsanê de bi dawî dibin.    *Rûniştina 50 kesên di dema pevçûnên Nisêbînê de hatin girtin di 16’ê Nîsanê de tê dîtin. Du dayikên ku di dema pevçûnên li Nisêbînê hatin girtin anîn ziman ku divê zarokên wan bêyî wan mezin nebin.   *Endama MYK’ê ya HDP'ê  Ayşe Berktay tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Tenê bikaranîna îfadeya tecrîdê, tecrîda Îmraliyê baş nîşan nade. Li wir polîtîkayek tunekirinê tê meşandin. Desthilatdarî hewl dide serdestiya xwe li wir ava bike.” BI DÎMEN