Rojnameger: Divê bi modelek piştevaniya nû em bên cem hev 2018-04-14 09:05:34   Evrîm Kepenek   STENBOL - Rojnamegeran da zanîn ku yek ji pîşeya ku rewşa welat dide nîşandan rojnamegerî ye û gotin wê kevneşopiya çapemeniya azad bidome û divê bi modelek piştevaniya nû bên cem hev.   Desteserkirina rojnameya Ozgurlukçu Demokratîk, Gun Matbaayê û her wiha girtina xebatkarên çapemeniyê rastî bertekan tên. Rojnamegeran diyar kir ku heqîqet bi zext û girtinan nayê bêdengkirin.   ‘Divê zêdetir nûçe bên çêkirin’   Rojnamegera serbest Kumru Başer diyar kir ku desthilatdarî dengekî cuda naxwaze û wek rojnameger divê piştevaniyê mezin bikin û wiha got: “Zextên desthilatdariyê roj bi roj zêde dibin.Tevî hemû çapemeniya hewzê di bin destê wan de ye, hîna jî rehet nake û dengekî cuda naxwaze. Niha 30 rojnamegerên rojnameyek qanûnî derdixin hatin girtin. Riyên îtîraz, protesto û gilîkirinê hatine girtin. Ev girtin tenê kesên ku hatine serê wan eleqeder nake. Em rojnamegerên serbixwe divê zêdetir nûçeyan çêbikin û bigihînin xwendevanan.”   ‘Rewşa demokrasiyê ewil di çapemeniyê de xwe dide der’   Ji edîtorên Bîanetê Ayşe Soylemez jî diyar kir ku ew bi salane di azadiya çapemeniyê de têdikoşin û divê piştevaniya rojnamegeran xurtir bibe û got: “Niha ji sedî 100 hevpîşeyên me girtîne. Piranî kes jî di bin tehdîda doz û lêpirsînê de ne. Gelek rojnameger pasaportên wan hatine betalkirin. Nikarin derkevin derveyê welat. Ligel sansurê em di nav dorpêça otosansurê de ne. Kesên li derve jî rewşa wan ne zelal in. Em ê xwedî li hevpîşeyên xwe derkevin."   Edîtora ETHA’yê Pinar Gayîp destnîşan kir ku desthilatdariyê li dijî kesê ku li hember wan serî natewînin şer daye destpêkirin û didomîne û got wê her tim mafê girtina nûçeyan a gel biparêzin.   Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadiye Eser jî bi lêv kir ku yekane sûcê rojnamegeran çêkirina nûçeyan e û got ev di girtekên dadgeh û lêpirsîna emniyetê de jî tên dîtin. Sadiyeyê anî ziman ku binpêkirinên li ser çapemeniyê li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe û divê çapemeniya muxalîf li dora rojnamegeran ji goşt dîwar bihonin.