Qeyûmê ku XAWESOR xesp kir li ser vê yekê jî 100 hezar TL xwest 2018-04-14 09:03:26   Hîkmet Tunç   WAN - Qeyûmê alavên Koperatîfa Jinan a XAWESOR dewrê KADEM’ê ya ku serokatiya wê keça serokomar Tayyip Erdogan, Sumeyye Erdogan dike kir û niha jî ji jinên koperatîf ava kirine 100 hezar TL û alavên girtine dixwaze.   Alavên Koperatîfa Xawesor a Payîzava ya Wanê ji aliyê qeyûm ve dewrê KADEM’ê ku serokatiya wê Sumeyye Erdogan dike hat kirin. Jinên damezrînerên koperatîfê bi riyên hiqûqî îtîrazê vê xespê kirin lê muxatab nedîtin. Qeyyûm Osman Dogramaci tevî ku di ser de 11 meh derbas bûye jî ji jinan 100 hezar TL xwest.   Piştgiriyên ji bo koperatîfê hatine dayîn şûnde hatin xwestin   Ji bo damezrînera koperatîfê Handan Karakoyun ji aliyê serokatiya şaredariyê ve nîşeyek wisa hat: “Em daxwaz dikin ku mifteyê bidin şaredariya me an jî em ê dest bidin ser alavan.”   Handanê bertek nîşanî pêkanînê da û diyar kir ku alavên dizîne niha ji me dixwazin û destnîşan kir ku dikarin her cureyê kar û barê fermî bidin destpêkirin û wê wek jin tu car li dijî polîtîkayên qeyûm serî netewînin.