‘Çekên roja darbeyê hatin belavkirin li ku ne?’ 2018-04-14 09:02:17   Şehrîban Aslan   AMED - Hevberdevka Delegeyên KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn diyar kir ku bi hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê re pêşiya çekdariya şexsî hatiye vekirin û got: “Deriyê qerekolan tê vekirin û ji bo hewldana darbeyê bê sekinandin çek tên belavkirin. Gelo ev çek niha li ku ne? Lê derdikeve holê ku ev çek jinan qetil dikin.”   Li Bursayê di 10’ê Nîsanê de, di çarçoveya bernameyên Hefteya Polîsan de ji bo keyayan perwerdeya kaleşnîkof û çekan hat dayîn. Vê perwerdeyê di raya giştî de bi berfirehî cih girt û ji gelek aliyan jî bertek hat nîşandan. Bi vê re jî pêşiya amadekariya şerê navxweyî û qetilkirina jinan hat vekirin.    Hevberdevka Delegeyan a Amedê ya KCD’ê Zelal Bîlgîn bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev agahiya felaketên nû dide.    Zelalê daxuyakirin ku di civakê de şîdetek mezin heye û tu polîtîkayên pêşî li vê şîdetê bigire nayê hilbijartin û wiha got: “Ji ber polîtîka nayê hilbijartin şîdet jî tê destekkirin. Şîdet, tacîz, tecawiz û kuştinên jinan roj bi roj zêde dibin. Ji sedî hezar û 400 kuştinên jinan zêde bûne. Em di civakek wisa de wek jin hewl didin bijîn û têbikoşin. Deriyê qerekolan tê vekirin û ji bo hewldana darbeyê bê sekinandin çek tê belavkirin. Gelo ev çek niha li ku ne? Lê derdikeve holê ku ev çek jinan qetil dikin. Gelo çend jin bi van çekan hatine qetilkirin? Ev çek çima nehatin komkirin? Ev çek bi kîjan armancê tên bikaranîn?”   ‘4 hezar gule wê li ku bên bikaranîn’   Zelalê di berdewamiyê de bertek nîşanî çekdariya şexsî da û got bi vê re şîdet zêde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çekdariya şexsî de hejmara guleyên tên dayîn 200 bûn û di carekê de derket 4 hezarî. Gelo wê ev li ku bên bikaranîn, amadekariya çi tê kirin? Her tim zimanê şîdetê tê bikarnanîn. Li Tirkiyeyê ji lêçûnan ji dehê yek ji bo aramiya civakê nayê bikaranîn. Em ber bi şerekî navxweyî diçin.”