ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-14 09:00:00   *Hevberdevka Delegeyên KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn diyar kir ku bi hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê re pêşiya çekdariya şexsî hatiye vekirin û got: “Deriyê qerekolan tê vekirin û ji bo hewldana darbeyê bê sekinandin çek tên belavkirin. Gelo ev çek niha li ku ne? Lê derdikeve holê ku ev çek jinan qetil dikin.” BI DÎMEN   *Meryem Gedro ya 40 salî  ku li gundê Hîşe yê girêdayî Eyn Isayê dijî, di temenê xwe yê biçûk de ji dayika xwe fêrî bikaranîna dermanên xwezayî bûye û niha van dermanan ji bo gelek nexweşiyan bi kar tîne. BI DÎMEN   *Qeyûmê alavên Koperatîfa Jinan a XAWESOR dewrê KADEM’ê ya ku serokatiya wê keça serokomar Tayyip Erdogan, Sumeyye Erdogan dike kir û niha jî ji jinên koperatîf ava kirine 100 hezar TL û alavên girtine dixwaze. BI DÎMEN   *Ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve ji bo gumanbarê îstîsmara zayendî 15 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Serokê dadgehê şerh danî û derket holê ku ji bo îstîsmara zayendî delîlek bi bawerî hatiye xwestin.    *Rojnamegeran da zanîn ku yek ji pîşeya ku rewşa welat dide nîşandan rojnamegerî ye û gotin wê kevneşopiya çapemeniya azad bidome û divê bi modelek piştevaniya nû bên cem hev.   *Xwişkên bi navê Zeynep Urkmez û Nesîbe Urkmez li Doganşehîrê dest bi nanpêjiyê kirin û gotin:"Divê jin têkoşîna kedê bidin." BI DÎMEN   *Li Nisêbînê di dema pevçûnan de ji 67 kesên hatin binçavkirin, rûniştina duyemîn a 50 kesî di 16’ê Nîsanê de tê dîtin. Rûniştina yekem di meha çile de hat dîtin û parastinên girtiyan mohra xwe li dîrokê dan û heyeta dadgehê derbarê parastina girtiyan de, serlêdana sûc kiribûn.   ** Komîsyona windayan a ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên windayan dê di hefteya 479'an de çalakiya “Bila winda bên ditin, kujer bên darizandin" li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam bike. (12.00)