Dêra Meryem di hedefa defînegeran de ye 2018-04-12 10:29:57   WAN - Li gundê Engîlê yê girêdayî navçeya Artemetê Dêra Meryem a ku heyanî îro li ber xwe daye bûye hedefa defînegeran. Dêra ku  bi tu awayî nehatiye parastin derdora wê û  hundirê wê bi metreyan hatiye kolandin.    Li gundê Engilê  yê girêdayî navçeya Artemêtê ya Wanê Dêra Meryem terkî qederexa hatiye kirin. Dêra ku hatiye hilweşandin bûye hedefa defînegeran. Dêra ku ji ermeniyan maye hata roja îro bi tu awayî nehatiye parastin.    Li Kurdistanê ku bi hezaran sal e ji gelek çand bawerî û neteweyên cuda re  malovanî hatiye kirin îro ji ber zîhniyeta yekparêz ya dewleta tirk erdnîgariyeke talankirî maye.  Li  herêma Wanê  heyanî niha gelek cihên dîrokî hatine hilweşandin û talankirin.   Li gundê girêdayî navçeya Artemetê gundê Engîlê Dêra Meryem a ku ji ermeniyan maye terikî qedera xwe hatiye kirin. Heta roja îro li navçeyê cihên dîrokî yên  ku  aîdî Ermeniyane yan hatine wendakirin an jî hatine hilweşandin.  Bi taybetî jî dêrên ku bûne   hedefa defînegeran, bi tu awayî nayên parastin. Ji van dêrên ku bi êrîşa defingeran re rûbirû maye yek jê jî Dêra Meryem e.  Dêr ji  aliyê defînegeran ve bi metreyan hatiye kolandin û nivîsên ku li ser dêrê hatine nivîsandin jî hatine wendakirin. Her çiqas dêr bi wendabûnê re rû bi rû be  jî li derdora dêrê dîrok dîsa xwe ji nû ve zindî dike.