Gelê Qamişloyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist 2018-04-12 09:59:32   QAMIŞLO - Bi pêşengiya Kongreya Star û TEV-DEM'ê bi sedan gelê Qamişloyê meşeke girseyî li dar xistin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin.   Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi dirûşma " Soza me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" Rêxistina Kongreya Star û TEV-DEM'ê bi beşdarbûna endamên Rêveberiya Xweser, gelek sazî û dezge û gelên Qamişloyê, meşek li Qamişloyê li dar xist.   Meşê ji Qada Osman Sebrî dest pê kir û heta Qada 12'ê Adarê dewam kira. Di meşê de wêneyê Abdullah Ocalan û pankartên "Azadiya Rêber Apo Azadiya Gelan e", "Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn, Bimre hêza komploger bijî Rêber Apo" hat hilgirtin. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji bo Rêber Apo" hat berzkirin.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê li ser navê Kongreya Star û TEV-DEM'ê axaftin hat kirin û di axaftinan de azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin û her wiha soza dewamkirina têkoşînê hat dayin.    Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.