Ji xwendevanan ji bo çapemeniya azad piştgirî 2018-04-12 09:25:11   Gulîstan Azak    MELETÎ - Xwendevanan bertek nîşanî girtina edîtorên Ozgurlukçu Demokrasî û berhevkirina rojnameya welat dan û diyar kirin ku çapemeniya azad dengê jin, karker û kedkeran e wê neyê hepskirin û gotin: "Em ê nûçeyên we yên derew neşopînin."   Bertekên li dijî girtina edîtorên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û berhevkirina rojnameya Welat didomin. Xwendevanan balkişandin ser dijhiqûqiya li hember çapemeniya azad û peymanên piştevaniyê yên bi Ozgurlukçu Demokrasî û Welat re ragîhandin.   ‘Alternatîfa çapemeniya azad, xwendevanên wê ne’   Xwendevana rojnameyê Fîrdevs Atasoy a 40 salî diyar kir ku desthilatdarî nikare çapemeniya azad bigire û ji ber vê jî bi girtin û desteserkirinan dixwaze bêdeng bike û wiha got: “Heta em hebin wê çapemeniya azad binivîse. Ji ber alternatîfa çapemeniya azad dîsa gel û xwendevanên wê ye.”    ‘Nikarin dengê Elewiyan bibirin’   Leyla Demîr a 36 salî jî bertek nîşanî zextan da û destnîşan kir ku tenê çapemeniya azad pirsgirêkên Elewiyan tîne ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li taxa Cemal Gursel a Elewî lê dijîn êrîşên nîjadperest hatin jiyîn. Di vê pêvajoyê de tenê çapemeniya azad li cem me bû. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Welat ne tenê ye. Dengê Elewiyan nikare bê birîn.   ‘Dengê gel nikare bê hepskirin’   Dondu Karakiş (42) jî berteka xwe wiha anî ziman: “Dengê karker, jinan û kedkaran di çapemeniya azad de ye. Çapemeniya azad dengê gel e. Dengê gel nikare bê hepskirin. Em zextên li hember çapemeniya azad şermezar dikin.”   ‘Em ê nûçeyên derew neşopînin’   Elîf Polat (77) bi lêv kir ku tevî hemû zextan rojnamegerên dest ji rastiyan bernadin hene û got ew ji nûçeyên derew ên çapemeniya hewzê bawer nakin û nûçeyên derew wê neşopînin