Huner wek çeka têkoşînê berê wê dane desthilatdariyê 2018-04-12 09:20:37   ÎZMÎR  - Ji lîstikvanên ‘Şanoya Li Dij Dîwarî’ Begum Ateş diyar kir ku jin li gelek qadan dikarin bi têkoşîna xwe hebin û jinan huner wek çeka têkoşînê berê wê dane desthilatdariyê. Li ser daxwaza Serokê TBMM’ê Îsmaîl Kahraman hunermendên jin derneketibûn ser dîkê û li hemberî vê bertek her diçin zêde dibin. Ji lîstikvanên ‘Şanoya li Dijî Dîwarî’ Begum Ateş bi lêv kir ku tê xwestin jin ji kolanan, sahneyan bê kişandin û her tevgera wan bikin bin kontrolê û ji kirdeya hunerê bidin alî û carek din bikin meta.    Begumê di berdewamiyê de wiha got: “Em hunera xwe li dijî mêran wek çek bi kar tînin. Em di wê baweriyê de ne ku bi vê çekê têkoşînek mezin didin. Çeka hunerê herî baş jin bi kar tînin. Ji ber di xwezaya jinan de berxwedan heye. Ne talîmata Îsmaîl Kahraman û ne jî metakirina bedena jinê wê jinan ji têkoşîna wan neke. Huner çeke û em berê çeka xwe didin desthilatariyê.”   ‘Destkeftiyên me encma têkoşîna me ne’    Begumê destnîşan kir ku ne li ser dîkê û ne jî li pişt dîkê hema hema tu jin tunebûn û bi rojevên polîtîk re dîk bi dest xistine û wiha pê de çû: “Destkeftiyên me jinan encama têkoşîna me ne. Em ê  rastiyên jinan her tim nîşan bidin.