ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-12 09:00:00   *Jinên herêma Efrînê ku di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de neçar man ku koçî Kantona Şehbayê bikin derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de anîn ziman ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan li dij hikukê ye û nayê qebûlkirin. BI DÎMEN   *Li gundê Engîlê yê girêdayî navçeya Artemetê Dêra Meryem a ku heyanî îro li ber xwe daye bûye hedefa defînegeran. Dêra ku  bi tu awayî nehatiye parastin derdora wê û  hundirê wê bi metreyan hatiye kolandin. BI DÎMEN   *Xwendevanan bertek nîşanî girtina edîtorên Ozgurlukçu Demokrasî û berhevkirina rojnameya welat dan û diyar kirin ku çapemeniya azad dengê jin, karker û kedkeran e wê neyê hepskirin û gotin: "Em ê nûçeyên we yên derew neşopînin." BI DÎMEN   *Meles Tekîn a li Dêrikê di 2’ê Nîsanê de ji ber sedema cezayê wê teqez bûye hat girtin, nameyek ji Wezareta Dadê re şand û got: “Bi dehan dayikên wek min hene.”   *Ji lîstikvanên ‘Şanoya Li Dij Dîwar’ Begum Ateş diyar kir ku jin li gelek qadan dikarin bi têkoşîna xwe hebin û jinan huner wek çeka têkoşînê berê wê dane desthilatdariyê. BI DÎMEN   *Li Nisêbînê sê mêrî li dijî zaroka 13 salî îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk anîn û ji sê mêran li yekî 40 sal ceza hat birîn û du mêrên din hîna li derve digerin.   *Ji ber qedexe û qerekolên hatine çêkirin sewalên dernakevin zozanan yan dimirin an jî tên firotin. BI DÎMEN