Zarokek Êzidî ji destên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin 2018-04-11 15:47:35   ŞENGAL - Zaroka bi navê Reşo Elî û 17 salî ji aliyê YPG/YPJ 'ê ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin.    Zaroka bi navê Reşo Elî û 17 salî ji aliyê YPG/YPJ 'ê ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. Şîrîhanê anî ziman ku dema DAÎŞ'ê ew revandin li pêş çavên wê dayika wê kuştiye.    Şîrîhanê diyar kir ku ew ji aliyê DAÎŞ'ê bi her cureyên tundiyê rû bi rû maye û got:"DAÎŞ'ê dema ku em revandin li pêş çavên min diya min kuşt. Dawiyê jî gotin divê tu bibî misliman. Her dem heqaret li bawerî û kesayeta min dikir û îşkence bi min dikirin. Min gelek caran xwest ku ez ji wan rizgar bibim lê nebû. Ez ji YPG/YPJ'ê re gelek spas dikim ku min rizgar kirin. Ez ê qenciya wan tu carî ji bîr nekim."   Şîrîhanê herî dawî stranek ji bo dayika xwe got û êşa xwe parve kir.    Li ser navê malbata Şîrîhanê jî Edla Şingal axivî û got:"Em ji YPG/YPJ'ê re gelek spas dikin ku Şîrîhanê ji çeteyên DAÎŞ'ê xelas kirin. Em hêvî dikin ku jin û zarokên Êzidî yên din jî ji destên çeteyan rizgar bibin. Em ê wekî jinên Êzidî her dem li dijî zilmê berxwe bidin da ku fermanên nû pêk nên."