Dewreya perwerdeya Şehîd Omer Eloş bi dawî bû 2018-04-11 14:44:51   Hêvî Botan   EYN ÎSA -  Akademiya Civaka Demokratik a navçeya Eyn Îsa dewreya perwerdeya Şehîd Omer Eloş bi merasîmekê bi dawî kir.    Akademiya Civaka Demokratik a navçeya Eyn Îsa dewreya perwerdeya Şehîd Omer Eloş bi merasîmekê bi dawî kir. Perwerdeya ku 16 jê jin 20 jî mêr beşdar bûbûn 20 rojan berdewam kir. Di perwerdeyê de mijarên netewa demokratîk, parastina mafên jinan, jiyana hevbeş, rastiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dîroka Sûriya û Rojavayê Kurdistanê hat dîtin.    Jina bi navê Zehra Tayem bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û got:"Perwerde ji bo mirovan wekî nan û avê ye. Ji bo civakek azad û pêşketî divê hemû jin perwerdeyê bi vî rengî bibînin. Ji bo jin mafên xwe biparêzin û birêxistin bibin divê perwedeyên bi vî rengî her dem bê dayin."   Her wiha endama Mala Jinê ya Dêra Zorê Xewle Xelef a ku bi eslê xwe Ereb e diyar kir ku ji bo jin neçewisin perwerdeyên bi vî rengî girîng in û got:"Di vê perwerdeyê de li ser fikir û ramanên Serok Apo me perwerdeya xwe pêk anî. Ji ber ku fikir û ramanên Rêber Apo rê li çareserî û çareseriya pirsgirêkên jinê vedike divê em ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin û perwerdeyên xwe li ser esasên fikir û ramanên wî pêk bînin."   Herî dawî endama Şaredariya Bajarê Reqayê Nedya Îsa anî ziman ku ji bo jiyanek azad, wekhev û bê şer divê her dem perwedeyên bi vî rengî pêk were û bang li hemû jinan kir ku tevî perwerdeyên bi vî rengî bibin.