TJA: Dayika Uveyş ji dîroka jinê re mîrasek hişt 2018-04-11 14:30:33   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê Uveyş Ocalan bi bîr anî û diyar kir ku ji bo berxwedana azadiya jinê mîrasek hiştiye.   Tevgera Jinê (TJA) derbarê Dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uveyş Oclan a ku di 11'ê Nîsana 1993'yan de di encma qeyrana dil ku derbas kir jiyana xwe ji dest da de peyamek weşand. TJA'yê di peyama xwe diyar kir ku Uveyş Oclan ji bo berxwedana azadiyê ya jinê bi sekna xwe ya azad mîrasek hiştiye.   Peyam TJA'yê wiha ye: "Li ser berxwedana azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sekna azad a dayika Uveyş bandoreke mezin kiriye.  Dayika Uveyş ku bi çanda xwedawanan a Mezopotamyayê mezin bû, li dijî kolekirina jinê li ber xwe da û tevahiya jiyana wê bi berxwedanê derbas bû. Uveyş a ku ji bo jinan ewladekê qenc hişt ji bo dîrok û wextê jî xizmeteke mezin kiriye. Em jin tenê dikarin bi berxwedana li dijî faşîzm, tecîrdê û hişmendiya baviksalar bi ser kevin û azadiyê bi dest bixin. Şoreşa jinê  ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn rastiyeke jêneger e.  Em vê rastiya berxwedanê ya jinê ku ji dîrokê heta roja me hatiye bi rêzdarî pêşwazî dikin."