Dadgeha Îstînafê cezayê Eren Keskîn erê kir 2018-04-11 14:14:51   STENBOL - 3 hezar TL cezayê pare yê Rêvebera Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Eren Keskîn a ji ber nivîsa “Radîkal Kotuluk” a di rojnamê de hat weşandin lê hatibû birîn, di Dadgeha Îstînafê de hat erêkirin.    2’yemîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Stenbolê cezayê dabû Rêvebera Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Eren Keskîn û Hevşaredara DBP’a Hezro ya qeyûm tayînê cihê wê hat kirin Guler Ozavci, di Dadgeha Îstînafê de hat erêkirin.    Dadgehê, bi sûcdariya “Kêmxistina sazî û dezgehên Dewleta Komara Tirkiriye” her yek ji wan 6 mec caziyê girtîgehê dabû Keskîn û Ozavci. Dozger cazayê Ozaci heya 5 salan taloq kiribû û cezayê Keskîn jî vuguherandibû 3 hezar TL.   Di biryara erêkirina 2’yemîn Dadgeha Îstînafê ya Stenbolê de wiha hat gotin: “Bi nivîsên xwe sazî û dezgehên DewletaKomara Tirkiyeyê kêm dixe.”   Cezayên li Eren Keskîn hatine birîn   Heya niha deraberê Eren Keskîn de 143 doz hatin vekirin. 355 hezar û 920 TL cezayê pare hat dayîn. Ji van cezayan 105 hezar û 920 hatin erêkirin. Li Dadgeha Bilind jî 250 hezar TL cezayê pare û 12 sal û 5 meh cezayê girtîgehê yê Eren Keskîn tên rawestandin.