Kolektîfên Xwendekaran Tayyip Erdogan protesto kirin 2018-04-11 14:10:49   STENBOL - Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan û yên bi wî re ku tê payin ew ê beşdarî çalakiya Zanîngeha Stenbolê bibin, ji aliyê Kolektifa Xwendekaran hatin protestokirin.     Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan, Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Nûman Kurtulmuş û Serokê YOK'ê Yekta Saraç ku tê payin ew ê beşdarî çalakiya Zanîngeha Stenbolê ya "Karsaz li dibistanên xwe tên ba hev" ji aliyê Kolektifa Xwendekaran hatin protestokirin.     Berî çalakiyê Kampusa Avcilar ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Kolektîfên Xwendekaran bi pankarta "Zanîngeh zanyarî û azadî ye" meşiyan cihê ku dê çalakî lê pêk were. Ewlehiyên taybet û polîsan pêşî li xwendekarên ku dirûşmên "Zanîngeh ên me ne, wê bi me azad bibe" berz kirin, pêşiya wan birîn. Peywirdarên ewlehiya taybet xwendekar derb kirin û pişt re ew li kulubeya ewlehiyê dan sekinandin.