Ji Figen Yuksekdag ji bo Şennur Unlu peyama sersaxiyê 2018-04-11 12:51:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê û girtî Figen Yuksekdag ji bo Şennur Unlu ya ku jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê şand û got:"Ji ber ku ez nikarim êşa dayikek ku baskên xwe ji bo zarokên Kobanê û cîhanê vekir, bi dawî bikim, ez xemgîn im, em xemgîn in. Em te ji bîr nakin navê te û bîranînên te dê her zindî bimîne."   Polen Unlu di encama teqîna li ber Navenda Çandê ya Amaraya Pirsûsa Rihayê jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Polen Unlu, Şennur Unlu di 3'ê Nîsanê de ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dabû. Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê û girtî Figen Yuksekdag ji bo Şennur Unlu ya ku jiyana xwe ji dest da, li ser navê siyasetmedarên 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kandirayê, peyama sersaxiyê şand.   Fîgenê wiha got:"Ji ber ku ez nikarim êşa dayikek ku baskên xwe ji bo zarokên Kobanê û cîhanê vekir bi dawî bikim, ez xemgîn im, em xemgîn in. Em te ji bîr nakin navê te û bîranînên te dê her zindî bin."   Fîgenê di peyama xwe de herî dawî wiha got:"Xwişka Şennur em te qet ji bîr nakin. Ji bo soza jiyanek û welatekî layiqî we ku me dabû em ê têkoşîna xwe dewam bikin û em ê soza xwe bi cih bînin. Dê navên we û bîranînên we her zindî bimîne. Ez sebir û hêzê ji bo xizm û hezkiriyê te dixwazim. Ligel hezkirin û slavan."   Fîgen Yuksekdag   1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kandirayê