Li ser medyaya civakî çalakiya #FilizZeyrekRojnameger e 2018-04-11 11:05:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Komisyona Jinê û LGBTİ ya Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) derbarê tevî nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek, 38 kesên ku di 30'ê Adarê de bi operasyona hemdemî hatin binçavkirin daxuyaniya nivîskî weşandin.    Jiyanek ku bi koçberiyê dest pê kir   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Fîlîzê di sala 1996'an de ji gundê Reşşiyê yê navçeya Heskêfa Êlihê ji ber şerd û mercên aborî tevî malbata xwe koçî Edeneyê kiriye û wiha hat gotin:"Fîlîzê di zarokatiya xwe de ji bo debara xwe gelek kar kir û dawî bû rojnameger. Fîlîzê di warê rojnamgeriyê de xwedî kedek mezin e."   Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê ev zilma binçavkirinê demildest bi dawî bibe û Fîlîz Zeyrek bê berdan. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê îro saet di 13.00 de li ser medyaya civakî çalakiya #FilizZeyrekRojnameger e dê bê kirin.    Her wiha hat diyarkirin ku tê payin Fîlîz Zeyrek îro, yên din jî sibehê derkevin pêşberî dozger.