Li Hezexê kuştina jinekê ya bi guman 2018-04-11 10:47:23   ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku li gundê Xêlanî yê Hezexê jinek bi navê Husniye Yaldiz xwe kuştiye.    Hat îdiakirin ku li gundê Xêlaniyê yê Hezexa Şirnexê jina bi navê Husniye Yaldiz (44) xwe kuştiye. Hat hînbûn ku Husniyeya ku bi 5 zarokên xwe re dijiya ji 2015'an heta niha hevserê wê di girtîgehê de ye û di warê aboriyê de pirsgirêkên wê hebûn. Her wiha derbarê mirina wê de agahiyek zelal nehat bidestxistin.    Beşa Xizmeta Civakî derbarê rewşa malbatê de lêkolîn kir û da zanîn ku ji 2015'an heta niha hevserê Husniyeyê di girtîgehê de ye û hevserê wê du zewacê din jî kiriye.    Hat hînbûn ku di encama kuştina Husniyeyê de zarokên wê li ba hevsera duyem a bavê xwe dimînin.