Suad Hiso: Li Efrînê êrîşî nirxên jinên Êzidî dikin 2018-04-11 09:05:15   Lîlav Elî-Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Jinên Êzidî yên ku di her pêvajoyê de bi zext û zordestiyan rû bi rû mane, careke din ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê  bi tundî û binpêkirina mafên mirovan rû bi rû dimînin.    Jinên Êzidî ku herî dawî bi êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Şengalê, bi pêkanînên dijmirovî rû bi rû man niha jî li Efrînê rastî êrîş û îşkenceya dewleta tirk û OSO'yê tên. Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan Suad Hiso anî ziman ku jinên Êzidî li Efrînê nikarin derkevin derve û ji ber nasname û baweriya xwe bi êrîşên tund rû bi rû dimînin.     Suad Hiso diyar kir ku pêkanînên ku li Şengalê li dijî jinên Êzidî pêk hat niha jî tê xwestin ku li Efrînê pêk were û  got:"Ji ber ku dewleta tirk bi tundî êrîşî Efrînê kir jinên Êzidî jî di nav de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Niha jî jinên ku li Efrînê ne bi tundî û talûkeyên mezin rû bi rû mane. Li Efrînê jinên Êzidî bi zorê dikin misliman û ji ber nasname û baweriya wan heqaret li wan tê kirin."   'Dixwazin jinên Êzidî ji xwe re bikin kole'   Suadê diyar kir ku li Efrînê jinên Êzidî dixwazin ji xwe re bikin kole û wiha dewam kir:"Li Efrînê leşkerên tirk û OSO êrîşî nirxên Jinên Êzidî dikin û tiştên wan ên pîroz li pêş çavên wan tên şewitandin. Dixwazin jinên Êzidî ji xwe re bikin kole û li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin."   'Jinên Êzidî serî natewînin'   Suadê anî ziman ku ligel hemû zor û zehmetiyan jinên Êzidî serî natewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jinên Êzidî heta niha rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan û pêkanînên hovane hatin lê dîsa jî heta dawî berxwe dan û serî netewandin û ew ê dîsa jî serî netewînin."