ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-11 09:00:00   *Jinên Êzidî yên ku di her pêvajoyê de bi zext û zordestiyan rû bi rû mane, careke din ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê  bi tundî û binpêkirina mafên mirovan rû bi rû dimînin. BI DÎMEN   *Sofîa Abdullahzade ya ji zextên rejîma Îranê revya, tevî her tiştî hewl dide vegere welatê xwe. Sofîa ji xwarinên xwe bigire heta cil û bergên xwe  çanda xwe dide jiyîn. BI DÎMEN   *Li mamosteyê bi navê Ahmet B. yê li xwendekara xwe îstîsmara zayendî kir û malbata zarokê vexwendiyê dadgeha ‘şerîatê’, 4 sal û 8 meh ceza hatibû birîn û biryara bi hincet a ceza hat aşkerakirin. Dadgehê îdia kir ku ‘çalakiya gumanbar tevî ku temasa bedenê heye jî zêdebûnek tune ye’ û ji ber vê jî ji ‘îstîsmara zayendî ya sivik’ ceza hatiye dayîn.   *Aktîvîsta Platforma Kulturparkê Çîgdem Ozmen diyar kir ku divê derfetên ji bo  qadên aîdê gel ji bo gel bên bikaranîn bên dayîn û got: “Tu kes li vir avahiyên mezin yên wekê AVM naxwaze.” BI DÎMEN