Wêneyên nûçegîhana me yên nûçeyan bûn mijara lêpirsînê 2018-04-10 16:54:48   EDENE - Li Edeneyê Nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek jî di nav de îfadeya 38 kesan piştî dema binçavkirinê ya 12 rojan hat girtin. Li bendê ye ku nuçegîhana me ya wêneyên wê yên di dema şopandina nûçeyan de kişandin  ketin ber lêpirsînê û kesên pê re sibe derxînin dozgeriyê.    Di encma operasyona ku di 30'ê Adarê de  navenda wê Edeneyê bû ku bi awayê hemxwext li Isparta, Mêrsîn , Osmaniye û li Mêrdînê hat kirin de nûçegîhana me Fîlîz Zeyrek jî di nav de 38 kes hatibûn binçavkirin. Di dosyaya lêpirsînê ku  îfadeyên şahid û parvekirinên li ser medya civakî wekî hincet hatin nîşandan de hat aşkerakirin ku wêneyê Fîlîz di dema taziyeya şervanê YPG'ê  Şemdîn Eye (Serhildan Dêrik) ku di 2015'an de di encama têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da kişandin û wêneyên nûçeyên din ku şopandibûn  wekî delîl hatin nîşandan.    Li aliyekî din jî hat diyarkirin ku lêpirsîn li ser  kompîtura Fîlîzê ya dema di 2015'an de hat binçavkirin ku hat desteserkirin hatiye destpêkirin. Fîlîz bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" "Û li ser navê rêxistinê sûc kiriye" wê bê darizandin.   Herwiha li ser dosyayê biryara veşartinê berdewam dike.  38 kesên ku îfadeya wan hat girtin wê sibê sewkî Edliyeya Edneyê bên kirin.