Kongreya Star li Girkêlegê û Hesekê daxuyanî da 2018-04-10 13:07:52   GIRÊLEGÊ- HESEKÊ - Kongreya Star derbarê qonaxa duyem a Berxwedana Efrînê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Efrîn bi berxwedana xwe bû sembola şoreşa jin û gelan û hat gotin ku dê berxwedana Efrînê ya di qonaxa duyem de bidome.    Kongreya Star derbarê qonaxa duyem a Berxwedana Efrînê de li Girkêlegê û li Hesekê daxuyanî da. Endamên Kongreya Star, Mala Jinê, Jinên Komînan û gelên Girkêlegê û Hesekê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de soza bilindkirina berxwedana Efrînê hat dayin.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku qirkirin û talankirina li dijî gelê Efrînê didome û wiha dewam kir:"Êrîşên ku dewleta tirk û komên girêdayî wê li dijî aramiya gelê Efrînê dest pê kir û hîn didome dê bi encam nebe û ew ê negihêjin armanca xwe. Dê berxwedana gelê Efrînê bidome û dê bi hestên serîhildanê desthilatdar ji Efrînê bên derxistin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.