Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê cara 745’an serlêdan kirin 2018-04-10 12:16:26   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muvekilê xwe re hevditinê pêk bîne cara 745’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Prz. Cengîz Çîçek, Serbay Koklu û Muhdî Oztuzun bi armanca bi muvekilê xwe re sibê hevdîtinê pek bîne cara 745'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 744 caran serî li serdozgeriya komarê ya Bûrsayê dan. Lê her dem bi hinceta "Keştî xerabe ye","Muxalefeta hewayê heye", "Personel tune ye" û “OHAL” heye serlêdan hatin redkirin û destûr nehat dayîn.