Psîkolog Pelîn Balci: Mirin kirine pornografîk, kuştin kirine ji rêzê 2018-04-10 09:41:40   Habîbe Eren   ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK’ê di navbera 2014-2016’an de 9 hezar û 479 kesî hewl daye întîxar bike. Psîkolog Pelîn Balci diyar kir ku şer û krîza aborî ev dane zêde kirine û piranî nifûsa ber bi întîxarê ve diçe ciwanên di navbeta 20-24’an de ne û sedema vê jî ji kêmasiya ewlehiya dewletê pêk tê.  Li gorî Pelînê di pêvajoya bi pevçûn a 2 salan berdewam dike xwîn û beden bê sansur tê nîşandan û ev jî mirinê normalîze dike.   Li gorî daneyên TUÎK’ê di navbera 2014-2016’an de 2 hezar û 438 jê jin bi giştî 9 hezar û 479 kesî hewl daye întîxar bike. Daneyên aydê 2017’an jî hîna ji aliyê TUÎK’ê ve nehatine aşkerakirin. Li gorî îstatîstîkê di 2014’an de 3 hezar û 169, di 2015’an  3 hezar û di 246, di 2016’an de jî 3 hezar û 64 kesî întîxar kiriye. Piranî kesên întîxar kirine temenê wan di navbera 20-24’an de bû.   ‘OHAL, şer û krîza aborî dane zêde kir’   Psîkolog Pelîn Balci diyar kir ku newekheviya di navbera mêr û jinê de jî bandorek mezin li ser jiyana civakî dike û got: “Dema mirov li rêjeya întîxara jinan dinêre, beşekê hinek din rêyek parastî şopand, beşekê jî belkî ev wek berxwedan dît. Lê zêdebûna rêjeya întîxaran, OHAL, şer, krîza aborî û polîtîkayên dewletê ne.”   ‘Tûndbûna şîdetê û pornografî’   Pelînê ev tişt anî ziman: “Di civakê de şîdeta hestyarî, fîzîkî û zayendî zêdetir bûye û bi awayekî pornografîk belav dibe û ev jî bandorê li ser rewşa heyî dike. Di 2014’an de vîdeoyek hatibû weşandin û piştî vê întîxar hatin jiyîn. Li ser vê rewşê gelek hat axaftin û nûçe hatin çêkirin. Heta hat asta ku di mirinê de rewşek pornografîk girt. Ji ber me di gelek qadan de mahremî rakiriye her tişt bê sînor bû û vebû.”    ‘Dane di dema OHAL’ê de zêde bûn’   Pelînê destnîşan kir ku di dema OHAL’ê de rêjeya întîxarê zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov bê çare hiştin. Yek ji sedema herî mezin a întîxarê  hesta sûcdarî û berpirsyariyê ye. Gelek sedemên întîxarê hene. Lê ez di vir de herî zêde bêçarebûnê dibînin.”   ‘Qada bi ewle a ciwanan ne di civak û hem jî di dewletê de tune’   Pelînê daxuyakirin ku rêjeya întîxarê herî zêde di navbera temenê 20-24’an de hatiye jiyîn û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em bi salan zarokên xwe jiyana wan bi ezmûnekê ve girê didin. Em dibêjin hun ji wir çi bigirin hunê bi wê jiyana xwe bidomînin. Nifşê ciwan ji bo vê dixebite. Gelek demên ku divê xweş derbas bikin, bi ezmûnan derbas dikin. bi pirsgirêkên civakî-aborî re tên rû hev. Li aliyê din jî qada ewlehiya wan tune ye. Ne ji aliyê civakê û ne jî ji aliyê delwtê ve qada ewlehiya wan tune ye. Yek ji faktorên din jî ev e ku mirin bê sansur tê dayîn. Di çapemeniya civakî de di nûçeyan de bedenên mirî yên tazî hatin nîşandan. Me xwîn dît. Me dema qetilkirina Kemal Kurkut dît. Me mirin hêsan dît. Mirin û kuştin ji rêzê hat dîtin. Ger daneyên 2017’an lê bihata zêdekirin wê tablo xetertir bûna.”