Derbarê dagirkeriya li ser Efrînê Kongreya Star daxuyanî da 2018-04-09 15:40:30   SERÊKANIYÊ - Derbarê dagirkeriya li ser Efrînê de Kongreya Star  bi dirûşma "Jin rabin ser piyan, ji bo Efrînê berxwedana xwe bilind bikin" daxuyanî da.   Derbarê dagirkeriya li ser Efrînê de Kongreya Star  bi dirûşma "Jin rabin ser piyan, ji bo Efrînê berxwedana xwe bilind bikin" li Komîngeha Şehîd Zerîf a taxa Mehetê ya Serêkaniyê daxuyanî da. Gelek endamên sazî û dezgeyan û gelê Serêkaniyê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de şoreşgeriya jinê ya li dijî desthilatdaran bal kişand û wiha dewam kir:"Efrîna sembola şoreşa jin û gelan tu carî bejna xwe li ber neyaran netewand û dê netewîne. Ji bo Efrîn ji destên desthilatdaran rizgar bibe dê têkoşîna gel dewam bike. Banga me li hemû sazî û rêxistinên neteweyî heye ku demildest dawî li bêdengiya xwe bînin û xwedî li gelê Efrînê derkevin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê bi dawî bû".