Li Girtîgeha Tersusê 25 roj in jin di greva birçîbûnê de ne 2018-04-09 11:24:33   MÊRSÎN - 4 Girtiyên jin ku li Girtîeha Tarsusê tên girtin, ji 15'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne.   Girtgîgeha Jinan a ku li Kampusa Girtîeha Tarsusê ye 4 girtiyên jin ji 15'ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger kirine. Girtiyên bi navê Kanîa Agirman Songul Coşkun, Şîlan Çetîner û Fatma Berfe, ji bo ku tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û êrîşên li ser Efrînê bên bidawîkirin ku dest bi greva birçîbûnê kirin banga hestiyariyê li raya giştî kirin.   Banga jinan wiha ye: "Ji bo ku ev herdu daxwazên me bên bicihanîn em 4 siyasetmedarên giriyên siyasî ên jin me dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir. Ji bo ku ev şer û êrîşê bên bidawîkirin em bang li hemû sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin."