Jinên ji kar hatin derxistin: Ev ne heqî û bê hiqûqî ye 2018-04-09 09:02:15   Rojda Aydin    AMED - 255 kedkarên Şaredariya Rêzanê ku di nav wan de jin jî hene di encama “birêkûpêkkirina taşeronê” de ji kar hatin derxistin. Jinan anî ziman ku ev tiştê tê kirin neheqî û bêhiqûqî ye û anîn ziman ku wan li dijî vê neheqiyê çalakiya nobetê dane destpêkirin.    Bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a hejmara 696 re ku hat derxistin “birêkûpêkkirina taşeronê" hat qanûnîkirin. Di encama vê “birêkûpêkirina taşeron” de  ji Şaredariya Rêzanê ya Amedê  255 kedkarên ku di nav wan de jin jî hene  ji kar hatin derxistin. Jinan anî ziman ku ev tiştê tê kirin neheqî û bêhiqûqî ye û ji bo vê wan dest li baxçeyê şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kirine. Jinan anî ziman ku heta li karê xwe bên vegerandin ew ê çalakiya wan berdewam bike.   Jina bi navê Muzeyyen Sevîm a ku 4 sal e di Şaredariya Rêzanê de di beşa navenda telefonê(çağrı merkezi) de dixebitî ku ji kar hat derxistin, anî ziman ku 3 meh pêşî pêvajoya birêkûpêkkirina taşeronê dest pê kiriye ji bo vê bi rêk û pêkirin jî komîsyonek hatiye avakirin û wiha got: “Komîsyona ku hat avakirin di serî de derbarê me de lêpirsîn da destpêkirin.  Di encma wê lêpirsînê di serî de 100 kes ji kar hat avêtin. Ji bo yên mayî jî ezmûnek hat kirin û em ji wê ezmûnê jî derbas bûn. Lê lige ku me ezmûn derbas kir jî di 30'ê Adarê de lîsteyek amade kirin û ez jî di nav de 255 kedkar dîsa ji kar hatin derxistin. Li ser lîstê ku di encma wê de em ji kar hatin avêtin  bi tenê nivîsa ‘lêpirsîna van kesan bêencam derbasbû’ dinivîsî û şaredariyê jî em ji kar derxistin. Ev nêzî hefteyekê ye ku em ji kar hatin derxistin. Piştre em çûn dozgeriyê û me belgeya xwe ya sicîlê girt û da walitiyê. Hetanê niha ji me re tu agahî nehatiye û sicîla me paqij e. Em nizanin ku em ji bo çi ji kar ahtine derxistin em vê meraq dikin. Em dixwazin ku demildest rewşa me bê zelalkirin. Heta ku rewşa me bê zelalkirin em ê li vê derê nobetê bigirin. "     ‘Dewleta tirk niha berê xwe daye karkeran’   Jina bi navê Fatma Fîdanci ya ku dayika 3 zarokan e û 4 sale di Şaredariya Rêzanê de hem di beşa çandê û hem jî di beşa paqijiyê de dixebitî anî ziman ku bêyî sedema wê bizanibe ji kar hatiye derxistin û wiha got: “Ez karê xwe paşve dixwazim, li dijî me bêhiqûqî û neheqî tê kirin. Ev rewş nayê qebûl kirin. Ez niha di xaniyê kirê de dijîm û 3 zarokên min hene. Ez nizanim ku êdî çi bikim û çawa debara xwe bikim ez karê xwe paşve dixwazim.  Dewleta ku êrşî karkaran dike bê yî ku sedemekê nîşan bide bi sedan karker ji kar derxistin.  Herî zêde kedara ji şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin ên DBP'ê tên derxistin û sedema wê jî ew e ku em kurd in û li kurdbûna xwe xwedî derdikevin.”   ‘Em ê heta dawiyê li pey mafê xwe bin’   Herê dawî jî jina bi navê Sevîm Akgûl a ku 4 sal e di Şaredariya Rêzanê de dixebite bi lêv kir ku ji kar hatine derxistin û sedema nobeta wan jî ew e ku li karên xwe vegerin vegerin.  Sevîmê ev tişt got: “Em neheqî û bêhiqûqiyê qebûl nakin û ji ber vê jî me dest bi nobetê kiriye.  Mafê me ji destê me girtin. Heta ku rewşa me zelal bibe û em li karê xwe vegerin em ê çalakiya xwe bidomînin.”