Lîstika “Keçelok” derket pêşberî zarokan 2018-04-08 14:30:47   AMED - Lîstika bi navê “Keçelok” care yekem li Şanoya Bajar a Amedê derket ser dîkê.   Şanoya Bajar a Amedê ku her meh bernameyan çêdike û bi lîstikên cur bi cur derdikeve ser dîkê vê mehê jî ji bo zarokan lîstikek amade kir. Lîstika ji bo zarokan a bi navê “Keçelok” derhênertiya wê Celîl Toksoz  dike û ji sê muzîsyen, lîstikvan Rêzan Kaya û Elvan Koçer pêk tê. Lîstika ku proveya wê nêzî mehekê domiya îro li Şanoya Bajar a Amedê cara yekem derket pêşberî zarokan. Gelek zarok û malbatên wan hatin cihên şanoyê û lîstik temaşe kirin. Lîstika “Keçelok” ji aliyê zarokan ve rastî eleqeyeke mezin hat û zarokan bi kenê xwe reng da qada şano û lîstikê.   Mijara Lîstikê   Mîjara vê lîstikê li ser hevaltî û dostaniyê ye. Çîroka Keçelok ku hemû zarok baş dizanin wiha ye; Keçelok bi dayika xwe re di gundekî de dijî û cerebandina sêhîrbaziyê dike, masiyan digire, xeyalan dike. Lê belê ew  ji ber ku bi tenê ye tim li benda hevalekî/ê ye û li bendê ye ku kesek bê jê re hevaltiyê bike. Zarokekî bi navê Dontmîr ku ew jî ji gundekî dinê ye, bi salan e nekeniya û ken ji bîr kiriye. Kesên ku bikaribin Dotmîrê bikenînin wê zêr û micewheran bi dest bixin. Dayika Keçelok jî Keçelok dişine ku biçe Dotmîrê bikenîne û dema Keçelok diçe di rê de hîn bûyer tên serê wî. Li her deverê kes tên ji bo Dotmîrê bikenînin, lê belê Dotmîrê nakene. Tiştê ku Dotmîr dixwaze ne ew e. Di dawiyê de Keçelok û Dotmîrê tên gel hev û hevaltiyê bi hev re dikin, her du jî gelek kêfxweş dibin û Dotmîrê dikene.