Wefe Ebdo: Ji bo koçberên ji Efrînê pêwistî bi alîkariyê heye 2018-04-08 10:28:24   Lîlav Elî-Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Hevseroka Mcelîsa Kantona şehbayê Wefe Ebdo diyar kir ku li Kantona Şehbayê hejmara koçberên ji Efrînê her ku diçe zêde dibe û  ji ber ku pêwîstiyên wan nayên pêşwazîkirin  zahmetiyan dijîn.     Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefe Ebdo li ser rewşa gelê ji herêma Efrînê koçberî Şehbayê hatiye kirin û zahmetiyên dikişînin de axivî.  Wefe  bang li Rêxistinên Mefên Mirovan û Covaka Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku di demêkê nêz de alîkariya wan bikin ji ber rewşa koçberan di xeterê de ye.   Wefe ya ku pirsgirêkên koçberên Efrînê anîn ziman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em wek Hevserok û gelên Kantona Şehbayê em ji aliyê dewleta tirk ve bi gelek zor û zehmetiyan re rûbirû man. Piştî ku şervanên YPG-YPJ'ê bi hêza xwe û bi dayîna gelek Şehîdan Şehbayê ji çeteyan rizgar kirin, gelê Efînê yê ku ji ber êrîşên dewleta tir ku komên girêdayî wê koçber bûn berê xwe dan Kantona Şehbayê. Li Şehbayê me ji bo van koçberan Kampek ava kir, lê ji ber ku kam têrê nake koçber zêde ne hin ji van koçberan li malên ku hatine terikandin yên berê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve mayîn li wan hatine raxistin bi cih dibin û ev jî jiyana koçberan dike xeteriyê."    Pêdivî nayên pêşwazîkirin     Wefe di berdewamiya axafitna xwe de wiha got:"Gelê ku di kampê de bi cih bûye gelek zehmetî ji aliyê av, derman û şîrê zarokan de dijîn.  Ji ber ku hejmara koçberan zêde ye hemû pêdiviyên wan nayên pêşwazîkirin. Herî zêde jî kêmbûna avê bandora neyînî li ser jiyana koçberan dike û ger ku alîkarî neyê kirin wê bibe sedema gelek nexweşîna.  Ji bo dermankirina nexweşiyan alav û derman jî kêm e û divê ku demildest alîkarî bê kirin."    Banga piştgiriyê hat kirin   Wefe di dawîiya axaftina xwe de ev bang kir: "Ji bo jiyaneke bi tendirûst ku liçberên Efrînê li Kantona Şehbayê bijîn ez bang li sazî û dezgehên mafên mirovan, saziyên sivîl û civaka Yekitiya Nenteweyî (NY) dikim ku ji bo pêdiviyên jiyanî bi me re bibin alîkar ku em pêdiviyên koçberên ji Efrînê hatine pêşwazî bikin."