Forûma 'Polîtîka hiqûqê ya pirsgirêka Kurd û tecrîdê' dest pê kir 2018-04-07 13:34:17   STENBOL - Forûma 'Polîtîka hiqûqê ya pirsgirêka Kurd û tecrîdê' a ku bi pêşengiya Buroya Hiqûqê ya Asrinê hat lidarxistin, bi dirûşma "Ji tariyê ber bi hêviyê ve ji hêviyê ber bi azadiyê ve" dest pê kir.    Bi pêşengtiya Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Forûma 'Polîtîka hiqûqê ya pirsgirêka Kurd û tecrîdê' li Elit Word Otel a Beyogluya Stenbolê hat lidarxistin. Forûma 'Polîtîka hiqûqê ya pirsgirêka Kurd û tecrîdê' bi dirûşma "Ji tariyê ber bi hêviyê ve ji hêviyê ber bi azadiyê ve" dest pê kir. Siyasetmedar Sirri Sakik, Ahmet Turk, Akin Birdal, Ufuk Uras, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, Dengir Mir Mehmet Firat, Meral Daniş Beştaş, Huda Kaya, Sirri Sureyya Onder, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigit, Serokê Giştî yê Partiya Sozyalîzm û Azadiyê (OSP) Sinan Çiftyurek, Lêkolîner Bekir Agirdir, Hunermend Ferhat Tunç, Aktivistê Aştiyê Bahadir Altan, Komeleya 78'an, YAKAY-DER, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), Nûnerên Wekfa Aştiyê, gelek parêzer û kes beşdarî Forûma 'Polîtîka hiqûqê ya pirsgirêka Kurd û tecrîdê', bûn.   'Di her pêvajoyê de Kurd hedef hatine girtin'   Bi axaftina siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk Forûmê dest pê kir. Ahmet êrîş û zextên li ser Kurdan nirxand û got:"Ev mijara ku em îro nîqaş dikin ji bo siberoja me û ji bo Tirkiyeyê gelek girîng e. Ez jî pêvajoya 12'ê Îlonê jiyam û li girtîgeha Amedê mam. Îşkenceya wê serdemê gelek giran bû. Lê niha cudatiya pêvajoya îro û ya serdema 12'ê Îlonê nemaye. Îro em bi ferastek ku hemû saziyan dike yektîp rû bi rû ne. Ev feraseta ne tenê Birêz Ocalan û yên girtîgehê, me hemûyan di bin tecrîdê de dihêle. Bi darbeyan di serî de Kurd hedef tên girtin. Ji avakirina Komarê ve heta niha em vana dijîn. Di 12'ê Îlonê de jî Kurd hedef hatin girtin. Niha jî Kurd hedef tên girtin. Gelê din jî tên hedefgirtin lê armanca sereke çewisandina Kurdan e. "   Piştî axaftina vekirinê ya Ahmet Turk rûniştana forûmê ya yekem dest pê kir. Di rûniştana yekem de bi moderatoriya Parêzer Several Ballikaya Parêzer Ozgur Erol, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Parêzer Ercan Kanar derbarê "Rejîma Îmraliyê ya ku dibe giştî-Rewşa mayinde ya mafên bingehîn" nirxandin kirin.    Forûm bi pirs û bersivan dewam dike.