Xwediyê mtîyazê û mudurên karên nivîsan ê rojnameyê hatin girtin 2018-04-06 15:50:32   STENBOL - Xwediyê Îmtîyazê Îhsan Yaşar û Mudurên Karên Nivîsan Îshak Yosul ê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hatin girtin.   Di 28'e Adarê de, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, 7'emîn Dadgeha Sulhê ya Stenbolê qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demorasî û Çapxaneya Gunê kir û dewrî TMSF’ê kir. Di operasyona 28'ê Adarê de Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar û Midurê Karên Nivîsan Îshak Yasul jî di navde 27 kes hatibûn binçavkirin. Duh 20 xebatkarên çapemeniyê hatin girtin.    Îro jî û Îshak Yosul sewqî edliyê kirin. Dozger piştî îfadeya Îshak û Îhsan girt  bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi heman îdîayê Îshak û Îhsan Yaşar girtin.    Navê 7 xebatkarên rojnamê yên di çarçoveya operasyonê di şeva 4’ê Nîsanê de hatin binçavkirin û li Midûryata Polîsan a Vatanê tên girtin wihan e: “Edîtorên rojnamê Mehmet Alî Çelebî, Reyhan Hacioglu û Hîcran Urun, xebatkar Pinar Tarlak, Ramazan Sola û Nedîm Demîrkiran û xebatkarê berê Mehmet Beyazît.