Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Nikarin ser heqîqetê bigirin 2018-04-06 14:47:51   STENBOL - Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, bertek nîşanî girtin û binçavkirinên xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun dan û gotin: “Dibe ku şîrket û çapxaneyan bigirin, lê nikarin vê kevneşopiyê rawestînin. Nikarin bi vê yekê ser heqîqê bigirin.”   Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGI), DÎSK/BASIN-Îş, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, bi armanca balê bikişînin ser girtîn û binçavkirinên xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun li  Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) a Stenbolê  civîna çapemeniyê pêk anîn. Gelek rojnameger beşdarî civînê bûn.   'Çapemeniya azad Tirkiyeya azad e'   Berdevkê OGÎ Hakki Boltan, di civînê de axivî û bal kişand ser zext û êrîşên li ser çapemeniyê. Heqî, diyar kir ku êrîşên li ser rojnamegeran pir zêde bûne û wiha got: “Li Tirkiyeyê girtin û binçav kirin êdî bûne  ji rêzê. Hemû çapemeniya ne dibin kontrola desthilatdariyê dene bi dûrê tên girtin.  Êrîşên li ser çapemeniyê ne nû ne. Ji derveyî azadiya çapemeniyê tu careyek din tuneye. Li dijî êrîşên li ser çapemeniyê helwesta me nete. Em dijî van êrîşane. Ger çapemenî azad be, dê Tirkiye jî azad bibe.”   'Em ê hevkariyê xurt bikin'   Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş jî, da zanîn ku 6’ê Nîsana 1909’an weke Roja Rojnamegerên hatin Kuştin hat îlan kirin û wiha axivî : “Li ser vê yekê re sed sala derbas bûn. 66 rojnameger wê rojê hatin kuştin. Rojnamegerên hatin kuştin, ji ber li dû şopa rastiyê diçûn hatin kuştin. Di navberê de sed sal derbas bûn, lê hîna tu tişt neguheriye. Cardin rojnameger tên kuştin, girtin û binçav kirin. Dîsan azadiya rojnamegeran û jiyana wan tên sînordarkirin. Rojnameger agahiya  rastiyê didin gel. Nîşaneya vê yekê jî hûnin. Em bi rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re dinava piştevaniyê dene. Emê heya dawiyê azadiya rojnamegertiyê bi parêzin.”   'Hûn nikarin ser rastiyê bigirin'   Ji DÎSK/Basin-Îş’ê jî Alî Ergîn Demîhan, da zanîn ku ji 15’ê Tîrmeha 2016’an de li dijî çapemeniyê darbe pêk tê û wiha bilêv kir: “Em ketin serdemeke ku çapkirina pirtûkan qedexe kirin. Rojnameger û xebatkarên çapmeniyê binçav kirin û girtin. Li ser çapemeniya azad û çapemeniya kurd êrîşên dijwar hene. Bi van êrîşan gefan li rojnamegeran dixwin. Dixwazin di şexsê çapemiya  kurd de hemû medyayê terbiye bikin. Bi ser kuştina Kadrî Bagdu re çend sal derbas bûn. Ji kuştin û heya girtinê hemû bûyeran pêk tînin. Gelek hevalên me bêyî ku îfadeyên wan bigirin, girtin. Ev êrîş di heman demê de li dijî azadiya gelane. Ger em dest nedinê emê hemû bi hevre yek bi yek bi şewitin. Em piştgiriyê didin rojnameger û xebatkarên çapxaneyê yên hatin girtin. Dibe ku çapxaneyên şerketan bigirin û markeyan qedexe bike, lê tu carî nikarin kevneşopiya çapemeniyê rawestînin. Bi vê yekê nikarin bi ser heqîqê bigirin.”