Li Mêrdîn û navçeyên xwe 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin 2018-04-04 15:14:00   MÊRDÎN - Rojbûna Rêberê PKK'ê li Mêrdîn û navçeyên wê bi coş hat pîrozkirin.   Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û  Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) 69'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan bi çalakiyên ku li dar xistin pîroz kirin. Di çalakiyê ku li Mêrdîn û Nisêbînê û Qoserê hatin lidarxistin de li gel rêxistinên HDP û DBP'ê  Meclisa Dayikê Aştiyê  û gelek welatî tevli bûn. Diçalakiyên ku paste li wan hatin birîn jinan bi lîlandin û dirûşma "Bijî serok Apo"  rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin.    'Em dixwazin ku azad bimîne'   Di çalakiya li Nisêbînê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê Perîhan Aktug axivî û wiha got: " Em dixwazin ku serokê me demek berî bi demekê azad bimîne. Kesê ku aştiyê ji bo hemû kesî bîne ew e.  Em jî ji vir rojbûna wî pîroz dikin û dibêjin ku bila demek berî bi demek azad bimîne."   Çalakî bi lîlandin û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.