Ji bo girtiya nexweş Zeynep Kayra banga hestiyariyê 2018-04-02 16:01:58       STENBOL - Hevalên Zeynep Kayra ya bi nexweşîya penceşêra Tîroîdê, banga hestiyariyê li raya giştî kirin û gotin: “Di şert û mercên girtîgehê de her ku diçe rewşa Zeyneb Kayra xerabtir dibe û jiyana wê di talûkeyê de ye.”   Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê, bi navbeynkariya malbatên xwe di daxuyaniya dan de, ji bo hevala xwe Zeynep Kayra a bi nexweşîya pençeşêra Tîroîdê ku rewşa wê xerab dibe banga hestiyariyê li raya giştî kirin.   Girtiyan, diyar kirin ku Zeynep Kayran di 28’ê Îlona 2017’an de hat girtin û ev agahî dan: “Pirsgirêkên tenduristiya Zeynebê giranin. Ligel vê yekê jî hîna bê hincet di girtîgehê de tê girtin. Nexweşiya wê ya  penceşêra tîroîd a xûya ne baş heye. Di sala 2016’an de carekê hat emeliyatkirin û derman kirin. Gava dermankirina wê didomiya  hat girtin. Ji ber ku di girtîgehê de şert û mercên derman kirinê tuneye, her  roja derbas dibe rewşa wê xerabtir dibe û jiyana wê dikeve talûkeyê.”    Banga hestiyariyê li raya giştî kirin   Girtiyên jin, dan zanîn ku rayedarên girtîgehê Zeynebê dibin revîrê, lê tenê dermanên êşbirinê didin wê û wiha bidawî kirin: “Ji ber ku nexweşxane kelepçeyê venake Zeynebê nayê dermankirin. Zeynep Kayra ji hevjînê xwe cuda bûye û dayika 4 zaroka ne. Niha zarokên wê bi tena serê xwe di malê de dimînin. Ev rewş jî li ser wê stres çêdike û moralê wê xerab dike. Ev rewş dibe sedem ku nexweşiya wê pêş de biçe. Ji bo Zeynebê bê dermankirin divê bê berdan. Di vê çarçoveyê de em bang li raya giştî dikin ku bi hestiyar tev bigerin.”