Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bîranîn 2018-04-02 15:39:24   COLEMÊRG-Rojnameger Evîn Buldan 1'emîn salvegera jidestdayîna jiyana xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Di 2'yê Nîsana  2017`an de edîtora rojnameya Azadiya Welat û Rojeva Medya Evîn Buldan di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.  Evîn di 1'emîm savegera jidestdayîna jiyana xwe de li ser gora xwe ya li Goristana bajergehê ya li Gevera Colemêrgê ji aliye malbat û hevalên xwe yên rojnameger ve hat bîranîn. Di bîranînê de wêneyê Evînê hat hilgirtin û pankarta `Em te jî bîr nakîn`hat vekirin.    Di bîranînê de meta Evînê Şaristan Buldan axivi Şaristanê bal kişand ser têkoşina Evînê û wiha got;“Îro salek berê wekî îro Evînê jiyana xwe ji dest da. Evînê ji têkoşînê pir hez dikir û bi salan di nav çapemeniya azad de têkoşîn dida. Niha bi hezaran kes li ser şopa Evînê  di nav çapemeniya azad de cih digirin û gel ji rastiyan agahdar dikin. Em bi rêzdarî Evînê bi bîr tînîn û em wê tu car ji bîr nakin."   Piştî Şaristanê Apê Evînê Hesen Buldan jî wiha got: "Em Evînê tu car ji bîr nakîn. Têkoşîna Evînê ji bo me bûyê ronahî û riya me vekir. Evîn her tim ji bo derxistina rastiyan li ber xwe da. Evîn di dilê me de ye. ”   Piştî axiftinan bîranîn bi duayan bi dawî bû.