Jinên Kobanê bertek nîşanî siyaseta Tirkiye û Rûsyayê dan 2018-04-02 12:38:42   Hêvî Botan   KOBANÊ - Jinên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava-Bakûrê Sûriyeyê û hevkariya di navbera Tirkiye û Rûsiyayê de bertekên xwe nîşan dan û  gotin:"Divê planên qirêj ên ku li dijî gelê Kurd tê meşandin bi dawî bibe."    Jinên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava-Bakûrê Sûriyeyê û hevkariya di navbera Tirkiye û Rûsiyayê de bertekên xwe nîşan dan û anîn ziman ku Rûsya û Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe gelê Kurd dikin qurban û gotin divê demildest ev hevkariya ku destkeftiyên gelê Kurd hedef digire bi dawî bibe.    'Tu kes nikare vîna gelê Kurd têk bibe'   Jina bi navê Wehîde Silêman destnîşan kir ku tu kes nikare vîna gelên Rojava/Bakurê Sûriyeyê têk bibe û wiha got: "Dewleta Tirk û hevalbendên wê bi van siyasetan hewil didin ku carek din axa Rojava û Bakûriyê Sûriyeyê dagir bikin. Lê gelê Kurd li dijî vê yekê bêdeng namîne û dê heta dawî berxwe bide. Çawa ku bi hêza şervanên YPJ/YPG û bi vîna gelan Kobanê rizgar bû, dê Efrînê jî bi heman serkeftinê rizgar bibe."   'Dê xeyalên Erdogan tu carî pêk nê'   Her wiha Xanim Mustefa jî got ku  wê kes bi zext û gefan nikrabe gelê Kurd bitirsîne û wiha axivî: "Erdogan bi ketina Efrînê daxwaza dagirkirina Kobanê, Şingal, Qamişlo, Minbic û Girê Spî jî dike. Lê gelê Kurd bi hêz û îradeya xwe dê tu carî nehêle ku ev xeyalê Erdogan pêk were."   'Divê planên qirêj ên li dijî gelê Kurd bi dawî bibe'   Herî dawî jî Kewser Zekî wiha axivî: "Çawa ku dawî li hovîtiya Sedam Husên û Qedafî hat, wê dawiya Erdogan jî were. Îro gelên Sûriyeyê tevahî naxwazin ku dewleta tirk axa wan dagir bike.  Loma divê dawî li vê dagirkeriya dewleta tirk bê û divê planên qirêj ên ku li dijî gelê Kurd tê meşandin bi dawî bibe."