Xebatên Komîteya Çandiniyê ya Dêra Zorê didome 2018-04-02 12:06:27   DÊRA ZORÊ - Bi armanca pêşxistina çandiniyê û alîkariya gel îro Komîteya Çandiniyê a Dêre Zorê centorê gundê  EL-Kişîşa  ku berê çeteyên DAÎŞ'ê dest xistibû ser vegerand cihê xwe.     Gundê El-Kişîşa ku girêdayî Dêra Zorê ye ku Eşîreya Şihêtat lê dijîn, pir zor û zehmetî ji aliyên Çeteyên DAÎŞ'ê ve dîtin, zarokên wan serjêkirin û jinên wan qetil kirin, her wiha çandinî qedexe ava wan jî qut kiribûn.    Piştî ku Hêzên QSD'ê gund rizgar kirin, îro Komîteya Çandiniyê ya Dêra Zorê Centorê ku çeteyan ji gel stendibûn vegerandin cihê wê. Li gor agahiyên Komîteya Çandiniyê ev centora 40 hezar donim av dide û bi saya wê av digihêje 300 hezar kesî.