Heta kêliya dawîn rojnamegerî kir 2018-04-02 10:01:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek rojnamegerên kurd bi heyecanek mezin dest bi rojnamegeriyê kirine û bêyî ku bigihijên armanca xwe û xeyalên xwe yên rojnamegeriyê pêk bînin çûne ser dilovaniya xwe. Yek ji van rojnamegeran jî Evîn Buldan e. Evîn ji Qampa Mexmûrê ya başûrê Kurdistanê ku bi hezaran welatiyên bakurê Kurdistanê ji ber zext û zordariyên dewleta tirk lê bi cih bûne, di 2011'an de berê xwe dide bakûrê Kurdistanê û li Azadiya Welat dest rojnamegeriya kurdî dike.    Evîn ji 2011'an heta Nîsana 2017'an li Azadiya Welat gelek rûpelên rojnameyê çêdike û kedeke mezin dide rojnamegeriya kurdî. Piştî ku Azadiya Welat bi KHK'ê hat girtin di rojnameya Rojeva Medya de meşa xwe ya rojnamegeriyê domand. Lê çi heyf Evîn roja 2'ê nîsana 2017'an di 27 saliya xwe de bêyî ku xeyalên xwe yên rojnamegeriyê bibe serî qeyrana dil derbas kir û li ber çavên hevalên xwe yên rojnameger jiyana xwe ji dest da û xemginiyeke mezin bi wan da jiyîn. Evîn ji aliyê Rojnameya Welat ve di 1'emîn salvegera jidestdayîna jiyana xwe de hat bibîranîn. Rojnameyê di nûçeya ku li ser sîteya xwe parvekir de jiyana Evînê ya ku her kêliyeke wê têkoşîn bû vegot.   Ji malbateke welatparêz bû   Evîn di nav malbateke welatparêz û êvîndarê Tevgera Azadiyê de mezin dibe. Malbat ji ber evîndariya xwe ya Tevgera Azadiyê gelek bedelan dide û herî dawî di salên 1990'î de ji ber zor û zextên dewleta tirk neçar dibe ku av û axa xwe terk bike û koçberî başûrê Kurdistanê dibe. Malbat piştî derbasî başûrê Kurdistanê dibe jî rastî gelek zor û zehmetiyan tê û bi salan li wargehên cuda yên penaberan tê gerandin. Herî dawî li wargeha Mexmûrê bi cih dibe.    Evîn di vê pêvajoyê de zarok e û şahidiya gelek zor û zehmetiyan dike. Evîn piştî ku di zarokatiya xwe de gelek rojên tî û birçî derbas dike, bi sedan kul, derdan, êş û azaran bi malbata xwe re li wergeha Mexmûrê bi cih dibe û zarokatiya xwe li vê derê derbas dike. Li kampê dest dibistana seretayî dike û dibistana navîn û lîseyê jî li kampê diqedîne. Piştî temamkirina lîseyê derbasî Hewlerê dibe û dest bi zanîngehê dike. Li zanîngehê beşa ragihandinê dixwîne.    Tevi xebatên cîwanan dibe   Evîn Buldan evîndariya malbata xwe ya Tevgera Azadiyê berdewam dike û di salên xwe yên dibistanê de tevli xebatên cîwanan dibe û li gorî derfetên xwe kedê dide Tevgera Azadiyê. Herî dawî evîndariya xwe ya Tevgera Azadiyê bi rojnamegeriyê kurdî didomîne. Ji bo ragihandina geşedanên li Kurdistan û cihanê diqewimin bi awayekî azad ji gelê xwe re ragihîne li rojnameya Azadiya Welat dest bi rojnamegeriyê dike û heta kêliya dawîn a jiyana xwe jî rojnamegeriyê dike.     Dayika Buldan Nesîbe Buldan der barê keça xwe de axivî û diyar kir ku keça wê  evîndara Tevgera Azadiyê bûye û wiha got: "Evîn ji şehadeta kekê xwe Yilmaz a nav Tevgera Azadiyê gelek bi bandor bûbû û her tim şahadeta kekê xwe meraq dikir. Evîn her tim digot heta ez hebim ez ê ji bo Tevgera Azadiyê bixebitim. Ji bo vê yekê heta jiyana xwe ji dest da jî li ser karê xwe bû.  û karê xwe berdewam kir. Piştî karê xwe qedand bi 10 deqeyan jiyana xwe ji dest da."   'Xebitandina Tevgera Azadiyê ji her xebatê çêtir e'   Dayika Evînê di berdewama axaftina xwe  de bahsa nêzkbûna a zihniyeta bavêksalerî kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Her tim digot ku nikare di malê de rûnê û jiyana xwe bike bin kontrola mêrekî. Her tim dianî ziman ku xebitandina ji bo Tevgera Azadiyê ji her xebatê çêtir e. Ji bo vê yekê me tu caran nedihişt ku kêamsiyên wê çêbibin. Taybetmendiyên Evînê rastî jî gelek cuda bûn."    Bavê Evînê Nîyazî Buldan jî der barê keça xwe de axivî û diyar kir ku keça wî girêdayî gel û doz xwe bûye û wiha got: "Evîn gelek kesek bi kêrhatî û girêdayî gelê xwe bû. Dema şerê xwerêveberiyan li bakurê Kurdistanê dest pê kir li wargehê li ba me bû. Ji me re got ku hevalên wê hemû li bakûrê Kurdistanê ne û ew êdî naqedîne û çû bakûrê Kurdistanê. Tişta ku jê dihat dikir. Bê guman û tirs karê xwe ji dil dikir."