'Abdullah Ocalan şoreşa jinê nehişt piştî şoreşê neteweyî' 2018-04-01 17:08:23   AMED - Aktîvîsta TJA'ê Dîdar Çeşme di panela 69'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û ev tişt got: "Abudullah Ocalna şoreşa jinê nehişt piştî şoreşa neteweyî. Teza jin jî hatine çewisandin jî kir nav teza Kurdistan mêtirngehe."    Bi minasebeta 69'emîn rojbûna rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) panel li dar xist. Di panela ku hat lidarixistin de parlamenterên HDP'ê yên Amdê  Ziya Pîr, Sîbel Yîgîtalp û hevserokên HDP û DBP'ê yên bajarê Amedê  Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî amade bûn.   Panel bi rêzgirtina ji bo kesên di ecma êrîşên li ser girsya çû Amarayê ku di salên borî de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkriin  û axaftina ewil ji aliyê parêzerê Buoya Hiqûqê ya Asrînê Mazlum dînç ve hat kriin.   Piştre Endama TJA'yê Dîdar Çeşme axivî  û bal kişan ser xebatên Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya jinê. Dîdar diyar kir ku Abdullah Ocalan  jin telli berxwedana neteweyî ya kurd hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Abdullah Oclan şoreşa jinê nehişt piştî şoreşa neteweyî ya kurd."   Piştre Endamê Dîwana KCD'ê  Hîlmî Aydogdu axivî û diyar kir ku Abdullah Ocalan di bin şet û mercên dijwar de têkoşîna azadiya gelek daye destpêkirin.   Piştî axaftinan Panel bi pirs û bersivan hat berdewamkirin.