TJA, KCD û DBP: Em ê di 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin 2018-04-01 15:48:52   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA, KCD, DBP'ê, derbarê diyar kirin ku ew ê bi minasebat 69'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 3'yê Nînsanê de li gundê Amara yê Xalfetiya Rihayê pîrozbahiyê bikin û wiha gotin: "Di serî de jin û ciean, em bang li tevahiya gelê xwe dikin tevli çalakikya pîrozbahiyê binin."    Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongra Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi minasebata 69'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalna daxuyaniyeke hevpar dan.  Di daxuyaniyê de hat diyaririn ku Rojhilata Navîn di guhertin û veguhetinê re tê derabskirin û di vê pêvajoyê de roja gelan girîng e. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a derbarê pêvajoyê de û hat diyarkirin ku ev paradîgma rêya guhertin û veguhestinê nîşan didin.   Di daxuyaniyê de 69'emîn rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin û wiha hat gotin:"Di 4'ê Nisan 2018'an de ku em ê 69'emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pîroz bikin. Em vê rojê di serî de li gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.   Roja rojbûna Birêz Ocalan ê ku bûye çavkaniya hemû nirxên demokrasî, azadî, wekhevî, aştî, edalet û azadiya jinan û hêviya jiyanê, ji hêla gelên Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn, her kesên pêşketî, welatparêz, hêzên dînamîk yên demokrasî û azadiyê bi coş, moraleke bilind û ruhê têkoşîneke bêhempa pêşwazî dikin.   Birêz Ocalan bi şahidiya mirovahiyê   ev 19 sal in di bin tecrîda girankirî de ye. Ligel hemû şert û mercên dijwar û tecrîda girankirî Berxwedana Serdemê dimeşîne û bi pêşxistina paradîgmaya demorkatîk ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bûye hêvî û ronahiyek.  Tecrîdkirina Birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina gelê kurd û hemû gelên Kurdistanê. Her wiha ev tê wateya tecrîda vîna wan a azad jî. Gelên Kurdistanê bi hişmendiya ku azadiya Birêz Ocalan azadiya wan e tevdigerin. Azadkirina Birêz Ocalan wekî sedema hebûn û jiyana xwe dibîne û vê yekê kiriye navenda têkoşîna xwe.   'Em ê di 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin'   Em careke din bang li hemû gelên Kurdistanê, mirovên pêşketî dikin ku têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan dane meşandin bilintir bikin. Em rojbûna Birêz Ocalan bi coş, moraleke bilind û ruhê têkoşînê pîroz dikin.