'Bi êrîşên li ser Efrînê re şerê 3'emîn ê cîhanê hat destpêkirin' 2018-04-01 10:01:11   SERÊKANIYÊ - Bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM'ê  li bajarê Serêkaniyê ji bo rewşa dawî ya Herêma Efrînê civîn hat lidarxistin.   Di pêşengiya  Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de li bajarê Serêkaniyê ji bo rewşa dawî ya Efrînê li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Serêkaniyê bi tevîbûna dehan welatiyên Serêkaniyê, endamên saziyan û mamosteyên bajêr civîn hat li darxistin.   Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê ya ji bo tevahî pakrawwanên azadiyê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Rêveberiya Giştî ya TEV-DEM'ê Cahîd Hesen axivî û ev tîşt got:"Di hemû şerên cihanê de tu kesî heftê û du balafir bi kar ne anîne. Lî hemberê Bajarekê efqas bîçûk vê hêjmara balafiran hêvîyeke mezin bi me re da avakirin. Armanca dewleta dagîrker a tirk bi van êrîşan re tunekirin bû .Qirkirina gelê bajarekî bû."   Cahîd bal kişand ser şerê cîhanê yê 3'emîn û wiha dawî lî axaftina xwe anî: "Bi êrîşên li ser Efrînê re şerê cîhanê yê 3'emîn hat destpêkirin û ev êrîşên dijwar ên dewleta tirk ji bo vî şerî bûn."   Civîn bi drûşma "Bijî berxwedana Efrînê" û bi pirs û bersivan bi dawî bû.