‘Divê rayedar demildest ji bo Berfînê bikevin tevgerê’ 2018-04-01 09:06:24   MÊRDÎN - Berfîn G ya sê roj berê li Dêrikê li kolane bi zora çekê hat revandin, hîna agahî jê nehatiye girtin. Jinên Endamên Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê diyar kirin ku divê bûyer demildest bê ronîkirin û ji bo Berfîn bê dîtin her tişt bê kirin.   Sê roj berê li Dêrikê li kolanê jina bi navê Berfîn G. ya 21 salî ji aliyê mêrê bi navê Şerîf T. yê hat gotin notîrvan e, bi zora çekê hat revandin. Tevî serlêdana sûc û hemû hewldanên malbatê Berfîn G. nehat dîtin û dozgeriyê der barê Berfînê de tu agahî neda malbatê. Jinên Endamên Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê  diyar kirin ku li nokteyên kontrolê yên Dêrik-Şemrexê tevî ku plaka diyar e jî hîna wesayît nehatiye dîtin û gotin divê demildest bûyer ronî bibe û divê Berfîn bê dîtin.   ‘Pêkhatina bûyerê, bûyerê dikşîne aliyekî din’   Endama platformê Necla Selçuk der barê bûyerê de axivî û got: “Tevî ku jin dibêje ez naxwazim jî lê zewacê ferz dikin û di nava rojê de direvînin. Ev rewş mirovan matmayî dihêle.  Kesê direvîne jî xwe wek dewlet dide xuyakirin. Di şertên OHAL’ê de tevî ku hêzên ewlehiyê  xwedî rayeya zêde ne çima muxaleyê bûyerê nehatiye kirin, em mereq dikin. Divê dewlet ji bo aramî û ewlehiya welatiyan peywira xwe demildest bîne cih. Divê hemû saziyên dewletê û rêxistinên civaka sivîl bêdeng nemînin li dîjî vê pêkanînê."   ‘Divê kes bêdeng nemîne’   Neclayê destnîşan kir ku divê gumanbar demildest bên dîtin û got veşartina van bûyeran û bê ceza hiştin rê li ber bûyerên din jî vedike û got: “Divê gumanbar cezayên pêwist bigirin. Ez bang li hemû kesî dikim ku li dijî vê bertek nîşan bidin.”   ‘Divê dewlet ji vê re bêje bes e’   Endama Platformê Dîlber Arslan jî destnîşan kir ku zextên li ser jinan her diçin zêde dibin û bi bûyerên wisa re zêde eleqeder nabin û got: “Ez wek dayikekê êdî bi fikarim. Keça min heye û nizam wê di vê civaka serdest ya mêr de çawa mezin bibe. Ev bûyer her diçin zêde dibin.Divê dewlet ji vê re bêje bes e. Emê têkoşîna xwe jî bidomînin. Hewl tê dayîn bûyer bê veşartin û dixwazin rewşên wisa rewa bikin. lê emê şopdarê bûyerê bin. Divê ev zîhniyet bê guherin.”