Di bin zextan de jinan dibin mîtîngên AKP'ê 2018-04-01 09:04:38   AMED - Li Farqînê qeyûmê ku Navenda Jinan a Meya veguhert ‘Navenda Piştgiriya Malbatê ya Meya’ qursên li vir jî veguhert qursên nexş dirûn û pastevaniyê. Jinên rastî şîdetê tên jî berê wan didin qeymeqamtiyê û hat hînbûn ku jinan bi zorê dibin mîtîngên AKP’ê.   Di îlona 2016’an de qeyûm tayînê 28 şaredariyên DBP’ê hatîbûn kîrîn û yek ji van şaredariyan jî şaredariya Farqînê bû. qeymeqam Murat Kutuk bi KHK’ê wek^î qeyûm hatibû tayînkirin. Piştî hat tayînkirin, şûnde derket holê ku qeyûm Murat xizmên xwe digire kar. Her wiha Navenda Jinan a Meya jî veguhert navenda piştgiriya malbatî. Qeyûm hemû xebatkarên jin ên li wir jî ji kar derxistibûn qursa kuafur, pastevanî, nexş dirûn û kuranê vekir.   Jinan bi zor dibin mîtîngê   Li aliyekî dîn jî hat diyarkirin ku jinên ji bo qursan diçin jî wan dişînin cihên din. Jinên şîdetê dibînin hat hînbûn ku dişînin qeymeqamtiyê û ji wan re dibêjin ‘em nikarin bibin alîkar biçin Qeymeqamtiyê’.Hat hînbû ku dema mîtîng an jî kongreyek AKP’ê çêdibe jî ji jinan re dibêjin ‘tevlîbûna we ferz e’ û bi zorê jinan dibin mîtîng û kongreyên AKP'ê.