Li Serhedê darên 4'ê Nîsanê kulîlk vedan 2018-04-01 09:02:34   Zeynep Turgut   WAN - Mîna her demsalên biharê îsal jî baxçeyên ku di 4'ê Nîsanê de hatine çandin kulîlk vedan. Li Taxa Sûrmeliyê baxçeyê ku bi navê rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye binavkirin bi vedana kulîlkan mizgîniya biharê dide.    Her sal bi nêzîkbûna 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jin li baxçeyên xwe darên  bi navê 'Apo' diçînin û her darekê diyarî Abdullah Ocalan dikin. Her sal bi nêzîkbûna 4'ê Nîsanê çandina daran li Serhedê bûye kevneşopiyek. Li Taxa Sûrmeliyê  jina bi navê Mecbûre Kaçak jî berî 15 salan berê de ji bo ku balê bikşîne ser girîngî û wateya 4'ê Nîsanê darên fêkî diçîne. Ev dar bi nêzîkbûna 4'ê Nîsanê kûlîlk vedidin û di demsala havînê de jî fêkîyên darê li cîran û derdorê  tên belavkirin.    'Bi nêzîkbûna 4'ê Nîsanê darên 'Apo' kulîlk vedidin'   Mecbûreyê anî ziman ku ew 4'ê Nîsanê ji bo Gelê Kurd wekî roja vejînê dibîne û got ku her vebûna kulîlkên dara Abdullah Ocalan mizginiya azadiyê ji wan re tîne û wiha axivi:"Ez rojbûna Apo li hemû cîhanê pîroz dikim.Her sal bi tevlîbûna hezaran, rojbûn li Amarayê tê pîrozkirin. Di 4'ê Nîsanê de duaya me ya dayikan tenê dibe azadiya Apo û sekinandina vê xwînê. Ev 15 sal in me ev dar çandine. Me baxçeyê xwe jî bi navê 'Apo' bi nav kiriye. 4'ê Nîsanê rojbûna Apo ye. Li taxa me bi hatina biharê di destpêkê de ev dar kulîlk vedidin. Bi rastî gava ku ev kulîlk vedibin, hêviya dilê me geş dibe. Her kulîlkvedana van daran di nava dilê me de hêviya azadiyê şîn dike. Navê Apo li xwezayê tê. Me ev baxçeya di 4'ê Nîsanê de çandiye. Ev demek dirêj e ev baxçeyê me heye. Me darên ku fêkiyên cuda dide çandine. Di demsala havînê de ev daran  fêkî didin. Em her sal van fêkîna li cîranan belav dikin."   'Daxwaza rakirina tecrîdê, daxwaza gelê Kurd û gelên demokrat e'   Mecbureyê bal kişand ser tecrîta ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku divê êdî tecrîd bê rakirin û wiha berdewam kir:"Ev demek dirêj e tecrîdeke giran li ser Apo heye. Bi rastî em dixwazin ev tecrîd bê rakirin. Divê daxwazên gel esas bên girtin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwaza gelê Kurd û gelên demokrat e. Divê êdî mûzakere dest pê bikin. Ji bo jiyaneke aram, derfetên me hene. Ger herkes  bi rastî ji dil  aşitiyê bixwaze alternatîf pir zêde hene. Girankirina tecrîdê ne çareserî ye. Divê êdî ev mirin, kuştin bisekinin. Em hêvî dikîn ku demsala biharê ji hemû gelên cîhanê re bibe wesileya aştî û wekheviyê. Ji her derê xwîn diherike, êdî bila xwîn neherike."